22:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: "Amerîka piştgiriya rêxistinên terorî dike"

    © REUTERS/ Murat Cetinmuhurdar/Presidential Palace
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4301

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya TUBITAKê de ragihand ku Amerîka li herêmê piştgiriya rêxistinên terorî ku zarokan dikujin dike.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya TUBITAKê de ragihand ku Amerîka li herêmê piştgiriya rêxistinên terorî ku zarokan dikujin dike.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya xelatdayîna TUBITAKê de got: "Em dizanin Amerîka li herêmê piştgiriya rêxistinên terorî dike. Em wekî dewleta Tirkiyeyê demeke dirêj e bangî dewletên rojavayî dikin ku navberekê têxin nava xwe û rêxistinên terorî, digel vê di serî de Amerîka û hinek dewletên rojava bi mahneyan hê jî piştgiriya rêxistinên terorîst ku zarokan dikujin dikin. Dema ku em vê tînin ziman jî aciz dibin û dibêjin em bi rêya çapemeniyê êrişî hev nekin."

    MA HEVALBENDÊN WE YÊN NATOYÊ EV RÊXISTIN IN?

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di NATOyê de em bi hev re, lê hûn alîkariyê nadin me didin van rêxistinan. Magelo hevalbendên we yên NATOyê ev rêxistin in? Em nikarin vê biqurpînin û ne pêkan e ku em qebûl bikin. Heke em şirîkên hev ên stratejîk bin divê hûn li kêleka van rêxistinên terorî cih negirin."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê Rûsî: Erdogan dikare Amerîkayê li ser sûc zeft bike
    Balyozxaneya DYAyê bersiv da gotinên Erdogan
    Puşkov: "Erdogan rast dibêje, Amerîka piştgiriya rêxistinên terorî dike"
    Amerîka: Îdiayên Erdogan ên 'Amerîka piştgiriya DAIŞê dike' komîk in
    Erdogan: Koalîsyon sozên xwe bi cî nayîne, em ji Babê venagerin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê (Tubitak), Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de