11:37 21 Îlon 2017
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    Asayîşa Rojava: Di sala 2016an de 45 teqîn pêk hatine

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Serokatiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê amarên tawanan û yên wendahiyên hêzên asayîşê li her sê kantonên Rojavayê eşkere kirin û diyar kir ku 45 teqîn li Rojavayê pêk hatine ku 26 heb ji wan bi bombeyên bi destan çêkirî bûn.

    Duh çarşemê, Serokatiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê li bajarê Rimêlanê di konferanseke çapemeniyê de ragihand ku di sala 2016an de 106 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest daye û 196ên din jî birîndar bûne.

    "HEJMARA TAWANÊN SALA 2016AN LI ROJAVA"

    Herwiha Berdevkê Ragihandinê yê Asayîşê Elî Hesen diyar kir ku 499 tawanên diziyê, 59 tawanên kuştinê, 352 tawanên qaçaxitiya berhemên dîrokê, 49 tawanên fihûşê, 11 tawanên tecawizê, 177 tawanên nakotîkê, 193 tawanên binpêkirina rêbazên gelemperî, 17 tawanên gendeliyê, 108 tawanên hîlekariyê, 324 tawanên revandin û qaçaxitiya mirovan, 345 tawanên ziyanlêkirina ewlekariya giştî hatine kirin.

    "RÊXISTINA ÎSA HISO KUŞT JÎ HAT TÊKBIRIN"

    Asayîşê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan mezintirîn tora terorê li Kantona Cizîrê têk bir ku hewldanên kuştina dîplomat, siyasetmedar û leşkerên payebilind kiribûn ku kuştina endamê Encûmena TEV-DEMê  Îsa Hiso jî ya sala 2013an yek ji wan tawanan bû.

    Di berdewamiya daxuayniyê de, hat ragihandin ku 45 teqîn pêk hatine û herwiha 54 bombeyên bi destan çêkirî li hersê kantonan hatine neçalakkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Navê Rojava ji birêveberiya xweser hat derxistin
    Rewşenbîrên Rojava, dê Rojava wek navekî taybet di xebatên xwe de bi kar bînin
    Li sînorê Rojava 3 xort hatin kuştin
    Gundeki rojava rizgar bû û 38 DAIŞî hatin kuştin
    Xirîstiyanên Rojava îsal jî Noelê pîroz nakin
    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava
    Sekreterê Komeleya Rojava hat desteserkirin
    YPG: Tirkiye bi çekên giran êrişî Rojava dike
    Etîketan:
    kuştin, dizî, Elî Hesen, Îsa Hiso, Kobanî, Efrîn, Kantona Cizîr, Rimêlan, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de