11:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Merhaleya duyemîn a operasyona Mûsilê destpê kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Hat ragihandin ku merhaleya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ya duyemîn hat destpêkirin.

    Fermandarê HêzaTekoşîna Dijteror a Iraqê Abdulwehab El Seed di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li rojhilatê Mûsilê merhaleya duyemîn a Operasyona Rizgarkirina Mûsilê destpê kir. Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de hêzên iraqî wê pêşengiyê bidin taxên rojhilatê Mûsilê ku di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de ne.

    Hêzên ewlehî yên Iraqê di 3ê Mijdara 2016an de ji herêma rojhilat ve ketibûn taxên Mûsilê. Hêzên iraqî piştî operasyona 50 rojî derdora 40 taxên Mûsilê ji kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê derxistibû.

    Bi tevahî 183 taxên bajarê Mûsilê hene, 100 jê li navenda bajêr in û 83 tax jî li rojavayê bajêr in. Bajarê Mûsilê ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye û hêzên artêşa Irakê jî ji bo bajêr rizgar bike di 17ê Cotmehê de operasyon dabû destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Amerîkayê bersiva sedema navberdayîna operasyona Mûsilê da
    Iraq: Serokwezîrê tirk got, piştî operasyona Mûsilê, ew ê hêzên xwe ji Başîkayê vekişînin
    Operasyona Mûsilê: 1.600 Pêşmergeyan can da
    Cebar Yawer: Karê Pêşmergeyan di operasyona Mûsilê de bidawî bû
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Fermandarê HêzaTekoşîna Dijteror a Iraqê, Abdulwehab El Seed, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de