22:50 26 Îlon 2017
Zindî
    Wezîrê Karê Derve yê Iraqê İbrahim Caferi

    Wezîrê Karê Derve yê Iraqê: Kurd li Iraqê niha xwedî mafên zêdetir in

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahim Caferî li ser daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî ya li ser şûnde venekişîna pêşmergeyan ji Mûsilê diyar kir ku Mûsil ayidê Mûsiliyan e. Caferî herwiha îdia kir ku kurd li Iraqê niha xwedî mafên zêdetir in

    Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî pirsên Sputnikê bersivand û derbarê operasyona Mûsilê û têkoşîna li dij DAIŞê de nirxandinên girîng kir.

    Caferî Ji ber kuştina balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov, ew sersaxiyê ji bo hikûmet û gelê Rûsyayê pêşkêş dike û got ku Karlov mirovekî stratejîk difikirî û hosteyê hunera dîplomasiyê bû.

    'DAIŞ PIŞTGIRIYA NAVDEWLETÎ DISTÎNE'

    Caferî li ser pirsa derbarê operasyona Mûsilê de diyar kir ku DAIŞ ji bo karibe xwe bêhtir bigire, fişarê li ser xalên lawaz dike û xwedî rezerveke mezin a çek û teqemeniyê ne. Caferî di berdewamê di balkişand ser çekên modern ên di destên DAIŞê de û ev weke piştgiriya navdewletî ji bo DAIŞê binav kir:

    "Hikûmet û budceyên wan li paş terorîstan e. Artêşa Iraqê van hemûyan di ber çavan re derbas dike û hewl dide ku hêza dijmin bişkîne. Hewl têdayin ku xwîna sivîlên DAIŞ wan weke xwekuj bikar tîne, nerije."

    'EM HÊVÎ DIKIN KU RASTIYÊ BIBÎNIN'

    Pêşmerge - operasyon - Mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Caferî diyar kir ku ji ber vê rewşê operasyon hêdî birêve diçe, lê heta niha ji 56 herêman 40 herêm bidest xistine û ji bo rizgarkirina 16 herêman jî xebat tên destpêkirin. Caferî herçiqas navê wan welatên ku dibêje piştgiriya DAIŞê dike nade jî dibêje ew dîsa jî dixwazin bi van welatan re jî têkiliyê biparêzin:

    "Em hêvî dikin ku wê rastiyê bibînin. Lewre ev bene ku van welatan bi terorîstan girê dide, zû yan jî dereng wê li stuyê wan bigere. Hêvî dikim ku wê fersenda rizgarbûna ji zincîran ji dest nedin. DAIŞ nikare di nava aştiyê de bijî. Hûnê wan rojan bibînin ku milîtanên DAIŞê wê bihev kevin."

    'WINDAHIYÊN ME NE QASÎ KU ME TEXMÎN DIKIR IN'

    Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji bo windahiyên artêşa Iraqê û Pêşmergeyan wiha axivî: "Windahiyên me hene lê ne qasî ku me texmîn dikir. Hejmara penaberan jî kêmî hejmara nirxandina me ya pêşî ye. Em li bende bûn ku milyonek penaber werin lê niha hejmar 120 hezar e. Me ev bi piştevaniya hemû pêkhayetên Artêşa Iraqê pêk anî, ku ev milîsên şîe Haşdî Şebî, Pêşmerge, hêzên dij terorê, hêzên milis ên ku niştecihên bajêr ava irine û nûnerên qebîleyan."

    Caferî herwiha dibêje ku piştî Mûsil bê bidestxistin wê radestî niştecihên wan ên rasteqîn bikin.

    'MÛSIL A MÛSILIYAN E'

    Îbrahîm Caferî ji bo daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser şûnde venekişîna pêşmergeyan ji Mûsilê jî diyar kir ku Mûsil ayidê Mûsiliyan e û wiha pê de çû: "Di vê mijarê de em hemû hemfikr in. Cudahiya fikrî ya di navbera parêzgehan de ne sedema cudabûnê ye, sedema diyalog û rêzgirtina li hemberî serweriyê ye. Kurd di hikumetê de cih digirin. Di parlamentoyê de nûnerên Ereb, Kurd, Sunnî, Şîa, Xirîstiyan, Êzidî, Tirkmen, Şebek û yên din hene. Tu mantiqê dabeşkirina Iraqê tune ye."

    Wezîrê Iraqî di derbarê vê mijarê de wiha berdewamî da axaftina xwe: "Ez difikirim ku Kurd niha ji mafên ku berê ne xwediyê wan bû, sûdê werdigirin.Serokomarê Iraqê Kurd e û li ser axa Iraqê ye. Destûra bingehîn a me behsa hevgirtin û serweriya axa Iraqê dike. Divê em pirsgirêkên ji bo serweriya Iraqê metirsî ne, neafirînin."

    'HEŞDÎ ŞEBÎ RÊXISTINEKE IRAQÎ YE'

    Ji Îbrahîm Caferî beşdarbûna Heşdî Şebî ya ji bo rizgarkirina Mûsilê hat pirsîn û wî wiha bersiv da: "Heşdî Şebî rêxistineke Iraqî ye. Xwediyê ceribandineke girîng e. Parlamentoyê jî ew erk da Heşdî Şebî ku li ser navê dewletê karibe hêzê bikar bîne. Ger ku pêwistiya me bi piştgiriya Heşdî Şebî çêbibe, em ê bixwazin. Ji ber ku Heşdî perçeyekî artêşa Iraqê ye."

    Her wiha Caferî li ser çûna Heşdî Şebî ji bo Sûriyeyê jî ev tişt got, "Ger ku Iraqî biçin Sûriyeyê an jî welatekî din, destûra bingehîn a Iraqê nikare pêşiyê li wan bigire."

    'PÊWISTIYA ME BI ISTIXBARATA RÛSYAYÊ HEYE'

    Wezîrê Iraqê di derbarê hevkariya ligel Rûsyayê jî diyar kir ku îstîxbarata Rûsî xwediyê ceribandineke dîrokî û di têkoşîna li dijî terorê pêwistiya me bi îstîxbarata Rûsyayê heye. Caferî got, "Ji bo xurtkirina ewlehî ya potansiyela me ya leşkerî ger ku pêdiviya me bi hevkariyê hebe bêguman em ê hevkariyê bikin. Ez hêvî dikim ku hevkariya me ya ligel Rûsyayê wê xurtir bibe."

    Caferî di axaftina xwe de behsa hevkariya Iraqê û Tirkiyeyê jî kir û got, "Em li dijî hebûna Tirkiyeyê li ser axa me derdikevin, ev rewş serweriya me binpê dike. Ligel vê yekê bi şertê ku zirar neyê serweriya me, em dixwazin bi Tirkiyeyê hevkariyê bikin."

    'EM DIXWAZIN HEVKARIYA RÛSYA, TIRKIYÊ Û ÎRANÊ BIBIN'

    Caferî di derbarê hevkariya Rûsya, Tirkiye û Îranê de jî anî ziman ku ew dixwazin beşdarî wê tifaqê bibin û li ser beşdarbûna wan a wê tifaqê got, "Ev fikir tê nîqaş kirin û em piştgiriyê didin vê fikrê. Em navbeynkariyê dikin, ji ber ku pêkanîna îstiqrara li Sûriyeyê bandorê li me jî dike.Normalîzebûna li Sûriyeyê tenê wê ne qeyrana Sûriyeyê, wê qeyrana Iraqê jî çareser bike û ji bo pêvajoya îstiqrarê ya li tevahiya Heleb û Sûriyeyê çi destê me tê, em dikin."

    Bi heman mijarî:

    Caferî: "Dibe Heşdî Şebî here Sûriyeyê"
    Têkiliyên Tirkiye û Iraqê ji nû ve baş bûn
    Wezareta Iraqê: Balyozê Tirkiyê yê Iraqê tê guhertin
    Balyozê Tirk Kaymakçi: Dema derketina Artêşa Tirkiyê ji Iraqê nêzîk bûye
    Wezareta Parastinê ya Iraqê:70 DAIŞî hatin kuştin
    Dadgeha Iraqê serdana Zêbarî Wezîrê berê yê Iraqê ret kir
    Etîketan:
    Kurd, Heşdî Şebî, Pêşmerge, Artêşa Iraqê, DAIŞ, Andrey Karlov, Mesûd Barzanî, İbrahim El Caferî, Rûsya, Îran, Bexda, Enqere, Herêma Kurdistanê, Mûsil, Sûriye, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de