01:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Buhayê xaniyan

    Piştî 5 salan cara yekemîn buhayê xaniyan li Stenbolê erzan bû

    © AFP 2017/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1310

    Li gorî endeksa buhayê xanî yê Bankeya Navendî li Stenbolê ji sala 2011an û vir ve cara yekemîn xanî ji sedî 0.36 kêm bûn.

    Bankeya Navendî ku ji bo şopandina guherîna buhayê xaniyan endeksa meha cotmehê eşkere kirin. Li gorî doneyên endeksê yên Tirkiyeyê, di meha cotmehê de li gorî meha borî ji sedî 0.47 zêde bû û derkete 222.43an.

    Dema ku endeksa buhayê xaniyên sê bajarên mezin têne nirxandin, li Stenbolê di meha cotmehê de li gorî mehek berê buhayê xaniyan ji sedî 0.36 erzan bû. Li Stenbolê di buhayê xaniyan de erzanbûn herî dawî di meha Cotmeha 2011an de.

    Li gorî doneyên endeksa Bankeya Navendî buhayê xaniyan li Enqereyê ji sedî 1.24 û li Îzmîrê jî ji sedî 1.72 zêde bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di benzînê de duh erzanî û îro zem
    Li Pêşangeha Pirtûkan a ‘ONLINE': % 50 erzanî
    Ekonomiya Tirkiyeyê ji ya eşkerekirî biçûktir bûye
    Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe
    Erdogan: "dixwazin ekonomiya me têk bibin"
    Ekonomiya Tirkiyeyê piştî 7 salan biçûk bû
    Etîketan:
    Piştî 5 salan cara yekemîn buhayê xaniyan li Stenbolê erzan bû, Bankeya Navendî (TCMB), Endeksa Buhayê Xaniyan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de