08:04 24 Îlon 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: "Li gorî texmîna min wê ji parlamentoyê dengê ‘na' derkeve"

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo guherîna Destûra Bingehîn ku dê were parlamentoyê ragihand li texmîna min wê ji parlamentoyê dengê na derkeve.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna çapameniyê de pêvajoya guherîna Destûra Binhegîn wekî kesên hevalbendên demokrasiyê û tekoşîna kesên ku li dij derdikevin bi nav kir û got: "Li gorî texmînê min wê ji parlamentoyê 330 deng dernekeve. Ji CHPê kesek dengê erê nade. Herwiha em pêşbînî dikin ku ji partiyên din jî dengê na derkeve.

    RÊZDARIYA XWE BIPARÊZE DIVÊ DENGÊ ERÊ NEDE

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyên min ev parlamento wê dengê erê nede. Heke ev parlamento bêje ez parlamentoyeke xazî me û min ev destûra fesxkirina parlamentoyê neda Mustafa Kemal Ataturk, rêzdariya xwe biparêze û bêje ez temsiliya gel dikim divê vê destûrê nede. Parlamentoyeke ku 15ê Tîrmehê jiya be û derbeya leşkerî têk biribe divê vê destûrê nede."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu dîrektîfa ‘pergala serokatiyê'
    Yildirim bi Kiliçdaroglu û Bahçeli re hevdîtinê pêk tîne
    Serokê CHPê Kiliçdaroglu wê biçe Amedê
    Şêwirmendê Kiliçdaroglu ji ByLockê hat binçavkirin
    Kiliçdaroglu ji Erdogan re: Esad ne li Babê lê li Şamê ye
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de