15:50 20 Îlon 2017
Zindî
    Seydî Firat

    Cîgirê Hevserokê DBPê Firat hat girtin

    © Foto: DBP
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hat ragihandin ku Cîgirê Hevserokê DBPê Seydî Firatê ku 2 roj berê li Amedê hatibû binçavkirin, ji tohmeta 'endametiya rêxistinê' hat girtin.

    Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya DBPê, Cîgirê Hevserokê partiyê Seydî Firat, bi hincetên ne cidî hate girtin. DBPê di peyama xwe de got: "Girtina wî polîtîkayeke bêdengkirinê ya xwedî armancên siyasî ye. Ev ne êrîşa destpêkê ya desthilatdariya şer e û em dizanin ku wê ne ya dawî be. Lê em careke din destnîşan dikin bi zext û zilmê tu desthilatdarî bi ser neketine. Em careke din dibêjin hewldanên desthilatdariya şer ên ji bo tinekirina rêxistinên mûxalefetê ji qada siyasetê, wê bê encam bimînin. Tevgerên siyasî yên pêvajoyên bi vî rengî baş dinasin, wê têkoşînên xwe bi rengekî herî xurt bidomînin.

    Navenda Giştî ya DBPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û aştî pêk were, têkoşîna li dijî bêhiqûqî û êrîşan wê dewam bike, eger ji bo azadî û demokrasiyê bedêl pêwîst be, wê bê dayîn. Li ber wan hêzên ku dixwazin bi zext, îmha û girtinê siyasetmedarên demokratîk serî bidin tewandin, wê serî neyê tewandin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera berê Aysel Tugluk hat girtin
    Li 3 bajaran gelek kes hatin, binçavkirin û girtin
    Li Mersînê 65 HDPyî hatin girtin
    Li bajarê Elezîzê 8 kes hatin girtin
    Meleyê mizgeftê bi 9 kîlo esrar re hat girtin
    Etîketan:
    Firat hat girtin, Cîgirê Hevserokê DBPê, Seydî Firat, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de