14:47 22 Îlon 2017
Zindî
    CHPê CHP

    CHP, li dijî pergala serokatiyê li Stenbolê dadikeve kolanan

    © Foto: Navenda Giştiya CHPê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serokê CHPê yê Şaxê Stenbolê Cemal Canpolat ragihand ku li dijî pergala serokatiyê em ê dakevin kolanan û tekoşînê bidin.

    erokê CHPê yê Şaxê Stenbolê Cemal Canpolat di civîna çapemenî ya nirxandina sala 2016an de ji bo politikaya derve hikûmet rexne kir û behsa xebatên sala nû yên pêşerojê kir. Canpolat got: "Em bi hemû cîranê xwe re din ava şer de ne."

    EKONOMÎ TÊK ÇÛ

    Cemal Canpolat di berdewamiya axaftina xwe de got: "Jixwe hewceyî bi gotina reqemên bêkariyê tuneye. Ekonomî, pîşesazî têk çû îxracat hatiye rewşeke ku neyê kirin. Ji bo rastbûna ekonomiye divê dîsa sermeyedarên biyanî werin Tirkiyeyê, lê pêşî ji bo vê demokrasî, azadÎ, aştî divê were. Cihê ku ev lê tunebin sermeyedar li wir namînin."

    LI STENBOLÊ SEFERBERIYÊ DIDIN DESTPÊKIRIN

    Canpolat di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Stenbolê me bi 959 nûnerên xwe yên taxan re rêxistinbûyîna xwe qedand. Berî referanduma pergala serokatiyê li hemberî guvaşên AKPê em ê dakevin kolanan û tekoşîna xwe bimeşînin."

    Bi heman mijarî:

    Lijneya Navendî ya Rêvebir a CHPê bi rewşa awarte civiya
    Li ser navê CHPê Deniz Baykal diaxive
    Serokê CHPê Kiliçdaroglu wê biçe Amedê
    Serokê CHPê: Soz didim di 4 salan de pirsa kurd çareser dikim
    Lûtkeya Serokwezîrê Tirkiyê û serokên CHPê û MHPê bidawî hat
    Etîketan:
    Guherîna Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Serokê CHPê yê Şaxê Stenbolê, Cemal Canpolat, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de