09:54 24 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Erebistana Siûdî

    Umman beşdarî Hevpeymana Îslamî ya Dijî Terorê bû

    © Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Umman beşdarî nav Hevpeymaniya Îslamî ya Dijî Terorê ku Siûdîya Erebî pêşengiya wê dike bû.

    Li gor nûçeya ajansa fermî ya Siûdî SPAyê, Wezîrê Parastina Ummanê Bedîr bîn Seîd el Busaîdî ji Wezîrê Parastina Siûdî prensê şûngirê duyem Muhammed bîn Selman re peyamek şand û beşdariya welatê xwe di nav Hevpeymaniya Îslamî ya Dijî Terorê de ragihand.

    Prens Muhammed ev pêngava Ummanê bi girîngî nirxand û pîroz kir.

    'HEVPEYMANA ÎSLAMÎ YA DIJÎ TERORÊ' LI 2015'AN HATIBÛ AVAKIRIN

    Hevpeymaniya Îslamî ya Dijî Terorê bi pêşengiya Siûdiya Erebî û beşdariya 34 dewletan 14ê Berfanbara 2015an hatibû avakirin û paytexta wê jî wekî Rîyad hatibû destnîşankirin.

    Hevpeymaniyê yekem civîna xwe bi beşdariya sererkanên endam li meha Adar a sala 2016an li dar xistibû.

    Hejmara welatên beşdarî hevpeymanê bûne bi Ummanê re gihîşt 41 welatan.

     

    Bi heman mijarî:

    Filîstîn: Em amade ne dest bi muzakereyan bikin
    Li Stenbolê bi beşdariya 5 hezar polîsan operasyon dest pê kir
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê berteka tund ji Charlie Hebdoyê re nîşan da
    Li Herêma Kurdistanê krîza mamosteyên nerazî didome
    513 DAIŞî di girtîgehên Tirkiyê de ne
    Etîketan:
    Umman, Erebîstana Siûdî, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de