08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Ala Filîstînê

    Filîstîn: Em amade ne dest bi muzakereyan bikin

    © Flickr/ Global Panorama
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serokdewletê Filîstînê Mahmûd Abbas li pêşniyara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ya çareseriya kêşeya Îsraîl û Filîstînê ragihand ku ew amade ne dest bi gotûbêjan bikin.

    Daxuyaniya Serokdewletê Filîstînê Mahmûd Abbas ji aliyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgariya Filîstînê Saîb Ureykat ve di civîneke rojnamevanî de hat xwendin.

    Abbas di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ‘heger Îsraîl Rojhilata Qûdsê jî di nav de avakirina cîwarbûnê bide rawestandin em amade ne dest bi muzakereyan bikin.'

    Mahmûd Abbas daxuyakirin, ‘Heke li gor biryarên navnetewî dawî li dagirkeriya Îsraîlê were û pêşniyara dewleta Filîstînê ya paytexta wê Rojhilatê Qûdsê be were qebûlkirin, ew bawer dikin ku çareseriyeke mayînde dê pêk were.'

    KERRY ÇI GOTIBÛ?

    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry di axaftina xwe ya xatirxwestinê de li dijî cîwarbûna Îsraîlê li nav erda Filîstînê derketibû û gotibû, ‘Çareseriya du dewletî ya dadwerî ji bo aştiya mayînde ya navbera Îsarîlî û Filîstîniyan tekane rê ye.'

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê bi beşdariya 5 hezar polîsan operasyon dest pê kir
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê berteka tund ji Charlie Hebdoyê re nîşan da
    Li Herêma Kurdistanê krîza mamosteyên nerazî didome
    513 DAIŞî di girtîgehên Tirkiyê de ne
    Dîktatorê berê yê Uruguayê Alvarez mir
    Etîketan:
    Çareseriya du dewletî, Îsraîl, Filîstîn, Mahmûd Abbas, Filîstîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de