20:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê Operasyon

    Li Stenbolê bi beşdariya 5 hezar polîsan operasyon dest pê kir

    © REUTERS/ Stoyan Nenov/Files
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Asayîşa Giştî ya Stenbolê bi beşdariya 5 hezar polîsan operasyoneke bi navê 'Yeditepe Huzur' da destpêkirin. Operasyona ku li seranserê bajêr derengiya şevê dest pê kiriye berdewam dike.

    Hat ragihandin ku bi Sazkariya Midurê Emniyeta Stenbolê Mustafa Çalişkan bi navê 'Yeditepe Huzur' li 39 navçeyên Stenbolê operasyonek hatiye destpêkirin.

    Polîsên Stenbolê bi vê operasyonê kontrolên giştî li nav bajêr dikin û digel gumanbarên madeyên hişber kesên lêpirsîn li ser wan hene digerin.

    Di operasyonê de beşên polîsan yên teror, asayîş, narkotîk, darayî, organîze, hêzên taybet, hêzên çevîk û tîmên trafîkê jî beşdarîyê dikin. Herwiha di operasyonê de helîkopter jî piştgiriyê didin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê berteka tund ji Charlie Hebdoyê re nîşan da
    Li Herêma Kurdistanê krîza mamosteyên nerazî didome
    513 DAIŞî di girtîgehên Tirkiyê de ne
    Dîktatorê berê yê Uruguayê Alvarez mir
    Dorrian: Em piştevaniya ti hêzeke piştgiriya PKKê dike nakin
    Etîketan:
    Polîs, operasyon, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de