12:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya DAIŞê

    513 DAIŞî di girtîgehên Tirkiyê de ne

    © REUTERS/ Dado Ruvic
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku li girtîgehên Tirkiyê 513 DAIŞî girtî ne û 7 jî mehkûm bûne.

    Li gor nûçeya Hurriyetê ya Îsmaîl Saymaz, Parlamentarê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu 13ê Gulanê pirsnameyek pêşkeşî Wezareta Dadê kiriye û tê de xwestiye hejmara DAIŞîyên girtî û yên têne dadgehkirin bizane.

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag di bersiva xwe de ragihand ku li gor dîroka 19ê Tîrmehê 513 girtî û 7 jî mehkûmên DAIŞê li girîtgehan hene. 274 kes ji wan welatiyên biyanî ne.

    Di bersivê de hejmara DAIŞîyên bi kontrola edlî hatine berdan û yên ji derve tên dadgehkirin ji ber nebûna amaran nehatine parvekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Dîktatorê berê yê Uruguayê Alvarez mir
    Dorrian: Em piştevaniya ti hêzeke piştgiriya PKKê dike nakin
    Netanyahû: Axaftina Kerry 'Pêş hukmî' ye
    Charlie Hebdo bi karîkaturekê henekê xwe bi ketina balafira Rûsî kir
    Rûsya: Tohmetbariyên mudaxeleya hilbijartinên Amerîkayê 'Rûsofobî' ye
    Etîketan:
    Wezareta Dadê ya Tirkiyê, Hejmara girtiyên DAIŞê, DAIŞ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de