01:44 26 Gulan 2018
Rojava

Navê Rojava ji birêveberiya xweser hat derxistin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Beşdarên civîna Rimêlanê di çarçoveya civînên xwe ji bo hevpeymana civakî de biryar da ku navê Rojava ji "Federasyona Demokratîk a Rojava - Bakurê Sûriyeyê" bê derxistin û bibe "Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê".

Duyemîn civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn de bi beşarbûna 165 endmên Desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezirêner a Pergala Federaliya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyeyê li Rimêlanê ji duh sêşema 27ê Berfandarê ve berdewam dike ta ku reşnivîsa hevpeymaniya civakî gotûbêj bikin û bipejirîne.

Li gorî nûçeya ANHAyê, beşdaran piştî saetekê ji civînên roja duyem, navê Pergala Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatiye guhertin û bûye Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê.

"PÊŞNÛMAYA HEVPEYMANA CIVAKÎ DÊ WERE PEJIRANDIN"

Herwiha hat ragihandin ku Civîna Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê di Roja duyemîn de li ser bendên hevpeymana civakî ji dezgehên ragihandine re bi awayekî girtî berdewam dike.

Reutersê ragiahnd ku Hevseroka Meclisa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye yûsif derbarê pêşnûmaya hevpeymana civakî wiha gotiye: ""Ez texmîn dikim ku bê pesendkirin ji ber hemû beşdar, kom û aliyên polîtik gelek caran li ser hev derbarê pêşnûmayê nîqaş kirine û konsesûsek pêk hatiye."

Bi heman mijarî:

Gundeki rojava rizgar bû û 38 DAIŞî hatin kuştin
YPG: Tirkiye bi çekên giran êrişî Rojava dike
Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava girtina parlementerên kurd şermezar kir
Siyasetmedarê alman: "Heke Tirkiye bi Rûsyayê re li hev bike ji bo rojava dibe felaket"
Li sînorê Tirkiyê û Rojava kamera hatin bicîkirin
Li Rihayê li ser sînorê Rojava dîwar tê lêkirin
Li Rojava rojnamevanekî kurd hat binçavkirin
Etîketan:
Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, hediya yûsif, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de