16:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    MANPAD

    HSDê 'MANPAD' ji Amerîkayê xwestin

    © AFP 2017/ MAHMOUD TAHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wan dike, duh sêşemê got ku ew hêvî dikin, biryara Amerîkayê ya hêsankirina şandina çekan ji komên çekdar ên li Sûriyeyê dê derfet ji wan re çêke ku çekên dijî-balafiran(MANPAD) bi dest bixin.

    Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ragihand ku ew hêvî dikin, piştî hêesankirina şandina çekan ji komên çêkdar yên li Sûriyeyê re, ew hêvî dikin ku Amerîka moşekên dijî-balafiran bide wan.

    Operasyona Reqqayê - HSD - YPG
    © Foto: Sputnik/ Hikmet Durgun
    Silo derbarê mijarê de wiha got: ‘’Tevî ku balafirên DAIŞê tune ne jî lê ji bo em hêzên xwe ji dijminên din yên siberojê biparêzin, pêdivîya me moşekên dijî-balafiran yên ser milan heye’’.

    Li gorî nûçeya Reutersê, Silo nexwestiye dijminên siberojê yan jî welatên dijmin bi nav bik.

    "BERÎ BIHA KÊ BI BALAFIRAN LI HSDÊ XISTIBÛ?

    Hêjayî gotinê ye ku niha Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê û Rûsya û Hevpeymana Navdewletî ya Amerîkayê pêşengiya wê dike, êrîşên hewayî li Sûriyeyê pêk tînin.

    Herwiha balafirên Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de berî niha li hinek hêzên HSDê xistibû lê ew êrîş ne li dijî YPGê bû ku hêza sereke ya HSDê ye. Ji bilî wê YPG bi giştî xwe ji alozîyên bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê re dûr dixe, lê meha Tebaxê, hikûmetê bi balafirên şerî bajarê Hesekê de bombebaran kiribû.

    Tirkiye YPGê wek gefekê li herêmê dibîne û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî duh careke din gotibû ku Amerîka piştgiriya YPGê dike.

    HSDya ku Amerîka piştgirîya wê dike, di operasyonên vê dawîyê de DAIŞ ji deverên befireh li bakurê Sûriyeyêyê derxistibû. Pêkhata serekî ya HSDê, YPG ye ku ew jî li bakurê rojhilata Sûriyeyê herêmeke berfireh kontrol dike.

    RÛSYA, VÊ BIRYARA AMERÎKAYÊ WEK "GEFEKE RASTEYRAST" DIBÎNE
    Amerîka berê nedixwest çekên MANPADê bide dijberên Sûriyeyê lê belê 8 Berfanbarê ev astengî hatibû rakirin.

    Serokê Amerîkayê Barack Obama pêngava dayîna çekan bo dijberên Sûriyeyê wek "neçariyek e ji bo berjewndiyên neteweyî" bi nav kiribû.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê jî ev biryara Amerîkayê wek "çalakiyeke êrîşkar" bi nav kiribû û teqez kiribû ku "gefeke rasterast e" li ser Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ye.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin
    HSD: Em amadene alîkarî bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê
    Şerê HSD û ASAyê li Bab û Minbicê berdewam dike
    "HSD hêza herî biqabiliyet e"
    HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
    Artêşa Amerîkayê: Tirkiye û HSD wek hev ji me re giring in
    HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne
    Etîketan:
    MANPAD, DAIŞ, hsd, ypg, Recep Tayyip Erdogan, Mariya Zaxarova, Barack Obama, Tirkiye, Amerîka, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de