21:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Roboskî

    Roboskî hê jî li benda edaletê ye

    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Di 28ê Berfenbara 2011an de li gundê Roboskî yê Şirnexê 34 welatiyên ku 19 zarok jî di nav de bûn ji terefê balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin. Di ser bûyerê de 5 sal derbas bûn lê hê jî bûyera Roboskiyê li benda edaletê ye.

    Malbatên roboskiyî ku zarokên wan ji terefê balafirên şer ên artêşê ve hatin kuştin tezmînata dewletê 123 hezar TL qebûl nekirin û tekoşîna hiqûqî dane destpêkirin. Herwiha Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîna ku derheqê bûyerê de dabû destpêkirin bi sedema ‘bêerkî' doz girt û dosya şande Serdozgeriya Leşkerî ya Sererkaniya Tirkiyeyê. Serdozgeriya leşkerî jî di 7ê Rebendana 2013an de bi mebesta ‘xeletiya bêçare' biryara neşopandina dozê da.

    JI BO BÎRANÎN NEYÊ KIRIN ÇALAKVAN BINÇAVKIRIN

    Malbatan di 18ê Tîrmeha 2014an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan, lê AYMê jî ji ber ‘kêmbûna belgeyan' daxwaza wan red kir. Herwiha malbatên kuştiyan doz birin Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME) û lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.

    Xizmên kuştiyan îro plandikirin ku merasîmeke bibîranînê lidar bixin, lê Serokê Komeleya Roboskiyê ku di heman demê de birayê xwe yê 16 salî winda kir Velî Encu, xuşka Hamza Encu Taybet Encu, aktîvîstên aştiyê Yannis Valsilis Yaylali û Meral Geylanî roja şemiya borî û duhî jî bavê Muhammer Encu Ubeydullah Encu ji terefê Fermandariya Cendirme ya Uludereyê ve ji malên wan hatin binçavkirin.

    Nayê zanîn ku îro wê ji bo Roboskiyê bîranîn were lidarxistin an na, lê hêjayî gotinê ye ku hê jî malabat û xizmên zarokên kuştî yên roboskî li benda edaletê ne…

    Bi heman mijarî:

    Doza ku ev 5 sal in bi encam nebûye: Roboskî
    Roboskî tê topbarankirin
    Li gundên Roboskî û çoltera wê jî derketina derve hat qedexekirin
    Navê Gundê Robozikê ne ‘'Roboskî'' ye
    Roboskî: 'Karwana mirinê, heviyên kuştî…'
    Etîketan:
    Lêgerîna xizmên roboskiyî ya edaletê didome, Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Roboskî li benda edaletê ye, Meral Geylanî, Yannis Valsilis Yaylali, Taybet Encu, Velî Encu, Roboskî, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de