08:25 22 Mijdar 2017
Zindî
    kurd-zarok-rojava-

    ENSK: Bila TEV-DEM peymana Duhokê bisepîne

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê bangî PYDê kir ku girtiyên wan ên siyasî berde, peymanên Hewlêr û Duhokê bisepîne û dest ji siyasetên xwe yên partiyî berde.

    ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de bal kişand ser şerê Sûriyeyê, rewşa û dirêjbûna şerî û bangî PYD û TEV-DEMê kir ku girtiyên wan ên siyasî berde û peymanên Hewlêr û Duhokê bisepîne û dest ji siyasetên xwe yên partiyî berde.

    "PYDÊ PEYMANÊN HEWLÊR Û DUHOKÊ PÊK NEANÎN"

    Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ENKSê her xwestiye kêşeyên mala kurd çareseer bike û yekdengiyê pêk bîne û wiha dewam kir: "Guman tê de tine ku Encûmena Kurdî her tiştê ji destê wê hat kir ta ku mala kurd serrast bike û her xebitî ta ku yekrêzî û yekhelwestiya kurdan pêk bîne ku bi serperiştiya rasterast a Dîwana Herêma Kurdistanê û bi birêveberiya cenabê Serok Mesûd Barzanî peymanên Hewlêr û Duhokê û pêvekên wê pêk hatin. Lê PYDê ew pêk neanîn û berovajî wê şêwazeke wiha meşand ku gelekî dîktatorî bû û li gorî pîvanên wê yên partiyî yên taybet bû. Bi vî awayî û bi qanûnên pêkutî desthilata xwe ya çewisîner li ser her kesî û li dijî her kesî sepand".

    "QONAXA HEYÎ GELEKÎ HESAS Û GIRING E"

    Ji aliyê din ve, piştî ku ENKSê PYDê bi binpêkirin û nesepandina peymanan tawanbar kir, bal kişand ser hesasiyet û giringiya qonaxa heyî ji bo kurdan û bangî PYDê kir: "ENKS bi giringî û hesasiyeta qonaxa heyî dizane û herwiha baş dizane bê çiqasî giring e ku helwest û gotara kurdan bibe yek lewra bangî PYDê dike ku atmosfer û rewşeke guncav biafirîne û dest ji siyasetên xwe yên li dijî projeya neteweyî ya kurdî berde û kiryarên xwe yên li dijî nirxên mirovatiyê û demokrasiyê li ser ENKSê û dijberan rawestîne û serok û kadirên ENKSê berde".

    Herwiha ENKSê bangî TEV-DEMê kir ku ji helwestên partiyî û şerê ragihandinê dûr bikeve û wiha dewam kir: "Bila TEV-DEM demildest peymana Duhokê bi her sê bendên wê yên (siyasî- birêveberî — leşkerî) bi serperiştiya Herêma Kurdistanê û û misogeriyeke navdewletî bisepîne."

    "ENKSÊ BANGÎ RÛSYA Û AMERÎKAYÊ KIR"

    ENKSê ji hemû hêzên dijber ên Sûriyeyê xwest ku mafên kurdan ên neteweyî û niştimanî bipejirîne û bangî Amerîka û Rûsyayê jî kir ku fişarê li hemû aliyan bike ta ku her kes bendên (2118, 2254) Cenevre û Vienayê û biryarên bi wan ve girêdayî pêk bînin".

    Bi heman mijarî:

    Hevbendiya Niştimanî hewl dide ENKS û TEV-DEMê bîne ba hev
    ENKS: Daxwaza Rûsyayê ya wergirtina nêrîna kurdan erênî ye
    ENKS wê sibe li Qamişloyê xwepêşandanekê lidar bixe
    ENKS: Bila Tirkiye kêşeya kurdên xwe çareser bike, xwe tev li yên Sûriyeyê neke
    Aldar Xelîl: Bila ENKS vegere Rojava û xebatên xwe bimeşîne
    ENKS amadekariyên kongreya xwe ya çaremîn dike
    Etîketan:
    pyd, TEV-DEM, ENKS, Mesûd Barzanî, Sûriye, Amerîka, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de