10:32 24 Hezîran 2018
Lekolîna TUIKê - Ekonomî

Ekonomiya Tirkiyeyê ji ya eşkerekirî biçûktir bûye

© Flickr /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gorî doneyên fermî di çaryeka sêyem de ekonomiya Tirkiyeyê ji sedî 1.8 biçûk bibû, lê derket holê ku di rastiyê ji sedî 2.7 biçûk bûye.

Li gorî doneyên fermî di çaryeka sêyem de ekonomiya Tirkiyeyê ji sedî 1.8 biçûk bibû, lê derket holê ku di rastiyê ji sedî 2.7 biçûk bûye.

Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK) doneyên ji teqwîm û demsalê paqijkirî ku divê di nava doneyên mezinbûnê de cih bigirta eşkere kirin.

Li gorî Erdogan Suzerê rojnameya Sozcuyê, Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK) di civîna xwe ya 12ê Berfenbarê ya ji bo revîzekirina reqemên ekonomiyê de doneyên serastkirî eşkere nekirin e, tenê reqemên meha tîrmeh, tebax û îlonê ku di çaryeka sêyemîn de reqema ji sedî 1.8 ji raya giştî re eşkere kirine.

Lê TUIKê di daxuyaniya xwe de ya ji bo çaryeka sêyemîn a sala 2016an ku doneyên ji teqwîm û demsalê paqijkirî de biçûkbûna ekonomiyê wekî ji sedî 2.7 eşkere kir. Doneyên zelal ji bo rewşa ekonomiyê yên rast pir girîng in. Bi vî awayî tam zelal bû ku ekonomî di çaryeka sêyemîn a salê de ji sedî 1.8ê zêdetir biçûk bûye.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Zeybekçi diçe Rûsyayê
Ekonomiya Tirkiyeyê piştî 7 salan biçûk bû
Li gorî Commerzbankê ekonomiya Tirkiyeyê têk diçe
Pûtîn: ‘Ekonomiya Rûsyayê ber bi xerabiyê ve naçe'
Erdogan: "dixwazin ekonomiya me têk bibin"
Etîketan:
Ekonomiya Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve diçe, Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUIK), Erdogan Suzer, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de