21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Nurî El Malikî

    Berpirsê Hizbullahê gef li Nûrî Malikî xwarin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hat ragihandin ku berpirsê milîtanên Hizbullahê yê Iraqê li nav Heşdî Şebî de bi tundî êrişî Nûrî Malikî kir û jê re got ‘yan xwe bikuje yan jî bila dadgeh te îdam bike.'

    Li gorî zanyariyên basnêwsê, Berpirsê Hizbullahê yê Iraqê Wasiq Betat ku yek ji mezinên şîeyên Iraqê ye jî, derheqê gendeliyên Nûrî Malikî de gotiye dema milÎtanên Malikî dest bi operasyonekê dikin, alkolê vedixwin û bi heb û dermanan xwe dopîng û mest dikin, her wiha dest davêjin jinan û zarokan, li nav malan de çi bikeve ber destê wan, didizin û talan dikin.

    Betat herwiha gotiye, ji sedî 99 bûyerên revandinê li Bexdayê ji aliyê milîtanên Malikî ve tê kirin lê paşê sûcên xwe dixin stûyê milîsên şîe. Ez dikarin bi belge van gotinên xwe îsbat bikim. Were pêşberî xelkê û li sûcên xwe mukir were paşê yan xwe bikuje yan jî xwe radestî dadgehê bike bila dadgeh te îdam bike.

    Li gorî zanyariyan berpirsê Hizbullahê gotiye êdî fikr û zikrê siyasetmedarên şîe bûye meqam, jin û homosêksweltî.

    Bi heman mijarî:

    Nûrî Malîkî bi gendeliyê tê tohmetbarkirin
    Nûrî Malîkî: "Tu bûdçeyeke fermanberên herêma Kurdistanê tuneye"
    Mehma Xelîl: Xelkê Şengalê Nûrî Malîkî didin dadgehê
    Îbadî dest danî ser firokeya taybet a Nûrî Malîkî
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê yê berê, Çekdarên Heşdî Şebî, Berpirsê Hizbullahê yê Iraqê, Wasiq Betat, Nûrî Malikî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de