08:29 22 Mijdar 2017
Zindî
    Roboskî

    Doza ku ev 5 sal in bi encam nebûye: Roboskî

    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 37551

    Karwana mirinê ango komkujî: ‘Welatiyên Roboskiyê di 28ê Berfenbara 2011an de ji bo debara mala xwe qezenç bikin çûbûn qaçaxiyê. Lê di saetên êvarê de bûn armanca balafirê şer ên tirk û di encamê de 19 ji wan zarok 34 welatiyên kurd hatin kuştin.Derbarê mijarê de parêzerê dozê Noşîrevan Elçî ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Roboskî
    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Karwana ku ji 38 bazirganan pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê bi barê 50 hêstiran ber bi gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebana Şirnexê ve birê ketibûn, saet derdora 22.00an de li ser sînor, rastî êrişa balafirê şer ên Tirkiyeyê ve hatin. Di encama bombebarana balafiran de 19 ji wan zarok 34 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî ji bombebaranê rizgar bûn.

    Qetliyam, ewil ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat meşandin; piştî lêkolînên dûvdirêj Wezareta Dadê doz ji Serdozgeriya Amedê sitand û di 17ê Cotmeha 2013an dosya şande Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandariya Tirkiyayê. Dozgeriya leşkeriyê jî di sala 2014an biryara lêpirsînê ji ser dozê rakir. Biryar girt kû ‘Tiştêkî ku bi zanebûn hatibe kirin tuneye û erkdaran jî karên xwe kirine.' Lê îtîrazên malbatan ên li hemberî vê biryarê nehatin qebûlkirin. Ji ser vê bûyerê re 5 sal derbas bûn, lê hê jî derheqê bûyerê de tu biryarek nehatiye sitandin û kesên ku bûne sedema vê komkojiyê jî nehatin eşkerekirin.

    Roboskî
    © Sputnik/ © AP Photo/ Burhan Özbilici
    'EM BI AWAYEKÎ FERMÎ LÊBORÎN NAXWAZIN ÇIMKÎ LÊBORÎNXWESTIN TIŞTEKÎ ŞAŞ E'

    3ê Rêbendana 2012an Cîgirê Serowezîrê wê demê Bulent Arinç di daxuyaniyeke xwe de wiha got: ‘Em bi awayekî fermî lêborînê naxwazin. Çimkî lêborînxwestin tiştekî şaş e; lê em ê tezmînatê bidin malbatên kuştiyan.' Tezmînata ku dewletê dixwast bide, ji bo kuştiyekî 123 hezar; bi tevahî 4 milyon 182 hezar lîreyê tirkî bû. Malbatan tezmînatê wekê diyeta xwîna zarokên xwe dîtin û bi nêrîna ku wê ser qetliyamê bigire, tezmînat qebûl nekirin.

    Li Parlementoya Tirkiyayê ji bo lêkolînkirina vê komkujiyê di Rêbendana 2012an de, Komîsyona Uludereyê hat avakirin. Di vê navberê de Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) bi ihtimala ku komkujî li Tirkiyayê bêalî neyê lêkolînkirin û kiryarên wê ben veşartin doz birin Dadgeha Cezaya Navneteweyî. Rapora Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyayê ragihand ku bûyer bi zanebûn nehatiye kirin; lê kesên ku ev biryar girtine jî nehatin eşkerekirin.

    WELATIYAN XWE BI XWE KUŞTINE

    Li ser Komkujiya Roboskiyê re 5 sal derbas bûn. Serdozgeriya Amedê biryar da ku sûcê tu kesî tuneye û lewre dosya şande dozgeriya leşkerî. Dozgeriya leşkerî jî 7ê Rêbendanê 2014an biryara şopandina li ser dozê rakir. Bi vî awayî tu kes ji kuştina 34 welatiyan berpirsayar nehat dîtin. Bi gotineke din, welatiyan xwe bi xwe kuştine.

    Derbarê vê yeke de parêzerê doza Roboskiyê Noşîrevan Elçî ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku 5mîn salvegera qetliyama Roboskiyê ye û heta niha ji aliye hiqûqî ve tu tişt nehatine kirin û wiha berdewam kir: "Doza ewil dozgerê Roboskiyê vekir û piştre jî radestî dozgerê leşkeri kir, dozgerê leşkeri jî biryara neşopandina dozê da û dosya hat rawestandin. Me jî piştî vê yekê li gorî hiqûqa Tirkiyeyê îtîraza vê biryarê dadgeha leşkeri kir, lê îtîraza me hat redkirin. Piştre me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da wan jî serlêdana me red kirin."

    'WEKÊ BÊHEMDÎ BE JÎ DIVÊ DOZ BÊ VEKIRIN'

    Herwiha li ser van yekan Elçî destnîşan kir ku malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) dan û heta niha ji DMMEê jî derbarê qetliyamê de tu biryar derneketiye. Elçî da zanîn ku heta niha doz bi xeletî hatiye meşandin û ev mînak da: "Dema ku qezayek trafîkê jî rû dide, dozger dozê vedike û dibêje ‘bila dadwer bibîne û ev yek bê dadgehkirin'. Lê 34 kes hatin kuştin ku piraniya wan hêj zarok bûn. Wekê ev yek qeza be ango bêhemdî be jî mirov dozekê vedike, bila dadwer bibine, kesên eleqedarê dozê bila bên gotinên xwe bibêjin, ku tiştek derkeve holê. Ev biryara Dozger nehiqûqiye, ne li rêzê ye. Li gora hiqûqî ji DMMEê li gorî daxwaza malbatê dê biryar derkeve. Ji bilî vê rê nemaye."

    'JI BO TILIYA TARÎ DERKEVE HOLÊ DOZ BÊ VEKIRIN'

    Parêzerê doza Roboskiyê Elçî got: "Wekê ku tê zanîn Wezîrê Dadê piştî hewldana derbeya leşkeri ya di 15ê Tîrmehê de gotibû ku vê yeke dewleta tarî pêk aniye. Wextê ev yek wiha ye divê doz bê vekirin. Hemû alî dizanin ku divê yekê de tiliya dewleta tarî heye, ji bo ku ev tiliya tarî derkeve holê, divê doz bê vekirin. Ji xeynê vê çi hebin divê derkevin holê."

    Roboskî
    © Sputnik/ © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Roboskî

    'DEMA DADMENDÎ NEYÊ CIH XEM Û KULA DILÊ MALBATAN JÎ KÊM NABE'

    Noşîrevan Elçî derbarê rewşa malbatê kesên ku di qetliyamê de hatin kuştin de jî eşkere kir ku rewşa malbatan nebaşe, lewra; dema dadmendî neyê cih, xem û kula xelkê û malbatan jî kêm nabin: "Heta niha divê kiryar bihatana girtin û cezayê wan niha bihata birîn. Belê ev tişt, xem û kula malbatan çareser nake, lê dê birîna wan bikewiya, kêm bibûya. Bi vê rewşa xem û kula wan jî dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Divê ji berpirsên vê kuştinkariya siyasî hesab bê pirsîn
    HDP: Li Geverê 90 kes hatin kuştin
    Avahiya HDP ya navçeya Giravan rastî êrîşekê hat
    AKP û HDP li parlemanê pev çûn
    HDP xwest bûyera şewitandina 2 leşkeran bê ronîkirin
    Etîketan:
    kul, kiryar, xem, xwîn, dadmendî, tezmînat, doz, şaş, lêborîn, malbat, bombebaran, Sputnik Kurdistan, Noşîrevan Elçî, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de