04:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Koalîsyon sozên xwe bi cî nayîne, em ji Babê venagerin

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6302

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi Serokdewletê Gîneyê Alpha Conde re, di civîna hevpar a çapemeniyê de li ser operasyona Babê û civînên ku tê çaverêkirin li Astana ya paytexta Kazakîstanê pêk werin, daxuyanî dan.

    DAIŞ
    © AP Photo/ Rased News Network via AP, File
    Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser operasyona bajarokê Babê yê Sûriyê ya arteşa Tirkiyê pêşengiya wê dike, rexne li Hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê girt ku piştgiriya wan nakin û got, "Hêzên koalîsyonê sozên ku derbarê Sûriyê de dane bi cî nayînn."

    Erdogan herwiha diyar kir ku ew ji El Babê venakişin û wiha axivî: "Ne pêkan e derbarê El Babê de rêya ketinê vegerin. Niha DAIŞ li El Babê hatiye dorpêçkirin. Şehîdên me hene, lê em venagerin."

    ERDOGAN: EM Ê BI BEŞDARÎKIRINA QETER Û SIÛDÎ KÊFXWEŞ BIBIN

    Erdogan bal kişand ser civînên çareseriya krîza Sûriyê yên Astanayê ku dê bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk werin û wiha axivî: "Heger rêxistinê terorê werin vexwendin, em bi germî pêşwazî nakin. Ya girîng ew e ku dê kîjan lîder beşdar bibin. Pêwîst e di asata wezîrên karên derve de be. Ger welatên wekî Qeter ûSiûdî Erebîstan beşdarî civînên Astanayê bibin, em ê ji vê kêfxweş bibin. Çimkî kedeke wan welatan tê de heye."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Misrê biryara serbest berdana 10 endamên Îhvanê hat dayîn
    Li Antalyayê li dijî leşkeran êrîş
    Pûtîn di derbarê jîngehê de daxuyaniyên girîng dan
    Îran: Di mijara Sûriyê de em ti carî bi DYAyê re hevkariyê nakin
    Dest danîn ser kelûpelên KURDÎ-DERê
    Etîketan:
    Astana, Siûdî, Qeter, El Bab, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de