07:25 26 Gulan 2018
binçavkirin

Li 3 bajaran gelek kes hatin, binçavkirin û girtin

© Foto: twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarên Dîlok, Îdir û Stenbolê operasyon hate kirin û di encamê de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.

Navenda Giştî ya HDPê
© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Li bajarên Dîlok, Îdir û  Stenbolê operasyon hate kirin û di encamê de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.

DÎLOK

Li Dîlokê ji 39 kesên ku 12ê Berfanbarê hatibûn binçavkirin, duh derketin pêşberê dadgehê. 34 kesên ku piştî 15 rojan ragirtî man derxistin edliyeyê, ji ber parvekirinên medya civakî û bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirine' û ‘endamên rêxistinê ne' îfade dan dozger.

Dozger her 34 kesan bi daxwaza girtinê şandin, dadgehê. Dadgehê 19 kesan bi hinceta kontrola dadî sebest berdan û 15 kesan jî hatin girtin. 15 kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê. Tê payîn ku her 5 zarokên li midûriyeta ewlekariyê  tên girtin, îro bişînin dadgehê.

ÎDIR
Di 20ê Berfabarê de 5 kes li Îdirê hatibûn desteserkirin. Piştî lêpirsînê her 5 kes şandin dozgeriyê. Dozgeriyê jî her 5 kesan bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Heyeta dadgeha Sulh Ceza jî bi hinceta ‘endamê  rêxistinê' derbarê 5 kesan de biryara girtinê da û wan şand girtîgehê.

Herwiha, ji 4 kesên ku 25ê Berfanbarê hatibûn binçavkirin jî 3 bi şertê kontrola dadî hatin berdan û kesek jî hat girtin.

STENBOL

Polîsan li navçeya Sultanbeylî jî bi ser avahiya Rêveberiya HDPê de girtin û lêgerîn kirin. Herwiha bi ser malên rêveberên HDPyiyan de jî girtin û di encamê de Hevserokê HDPê yê Sultanbeylî Selahattîn Yilmaz, rêveberê navçeyê Ahmet Narîm, Ramazan Konî, Abîdîn Konî, Îhsan Guneş, Halîs Toprak û endamê YAKAY-DERê Said Înedî binçav kirin.

Bi heman mijarî:

Hevşaredara Qulpê Baran hat binçavkirin
Aysel Tugluk û Seydî Firat hatin binçavkirin
Di operasyonên Amed û Stenbolê de rojnamevan hatin binçavkirin
Pervin Buldan li mala xwe ya li Stenbolê hat binçavkirin
Xizmên qatilê Karlov ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
Etîketan:
biserdegirtina malan, avahî, girtinên siyasî, hdp, binçavkirin, îdir, dîlok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de