13:56 24 Mijdar 2017
Zindî
    Fuad Elîko

    Mixalifê sûrî: "Ji bo agirbestê di navbera muxalif, Tirkiye û Rûsyayê de hevdîtin dibin"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Ji bo ku li seranserê Sûriyeyê agirbest were ragihandin li Enqereyê di navbera Tirkiye, Rûsya û muxalifên sûriyeyî de hevdîtin têne kirin. Elîko di axaftina xwe de ragihand ku Rûsya li Sûriyeyê dixwaze aştiyê saz bike.

    Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) Fuad Elîko derbarê hevdîtinên di navbera Tirkiye, Rûsya û muxalifên sûriyeyî û pêşveçûnên dawî yên li herêmê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand.

    ARMANCA HEVDÎTINAN ÇARESERIYA SIYASÎ YE

    Fuad Elîko di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Ji bo li seranserê Sûriyeyê agirbest were ragihandin Tirkiye, Rûsya û muxalifên sûriyeyî li Enqereyê hevdîtinan pêk tînin. Li Helebê agirbestek çêbû û hemû tahliye bi serkeftî hatin kirin. Ev hevdîtinên Enqere yên vê carê ji bo agirbesta seranserê Sûriyeyê ye. Pêşî Tirkiye û muxalefeta sûriyeyî di nava xwe çend hevdîtin pêk anîn û niha jî hemû alî tevlî dibin. Armanca hevdîtinan agirbesteke hevpar e û ji bo çareseriyeke siyasî ya ji bo Sûriyeyê ye."

    RÛSYA HEWLDANA AŞTIYÊ DIKE

    Elîko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya li Sûriyeyê gihîşte armanca xwe û dixwaze aştiyê pêk bîne. Rûsyayê tim piştgiriya rejime kir, ew li ser lingan hişt, gihîşt armanca xwe û niha jî dxwaze bi rêyên siyasî aştiyekê saz bike. Em jî wekî muxalefeta Sûriyeyê dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê birêyên siyasî çareser bibin."

    Endamê SMDKê Elîko di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi hêzên çekdar ên ku li Sûriyeyê şer dimeşînin re tu pêwendî û eleqeya me tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Fûad Elîko: Pêşmergeyên Rojava wê ‘Devera Aram' birêve bibin
    Dibe berpirsên leşkerî yên rûs, tirk û îranî jî tevlî civîna Astanayê bibin
    Kazakistan: "Tirkiye, ji bo endamtiya Şanghayê serlêdana fermî nekiriye"
    Berpirsên leşkerî yên tirk û rûsî li Enqereyê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinan dikin
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Etîketan:
    Endamê Koalîsyona Hêzên Şoreşger ên Muxalifên Sûriyeyê (SMDK), hevdîtinên Rûsya û muxalifên sûriyeyî, Fuad Elîko, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de