23:47 20 Mijdar 2017
Zindî
    Adil El Cubeyr

    Wezîrê Siûdî: "Leşkerên Îranî Heşdî Şebî birêve dibin"

    © REUTERS/ Faisal Al Nasser
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr di daxuyaniya xwe ya civîna çapemenî de ragihand ku Heşdî Şebî ji terefê leşkerên îranî ve birêve diçe.

    Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr di civîna çapemenî de li gel Wezîrê Derve yê Ûrdunê Nasir Judeh ragihand ku Heşdî Şebî wekî cîhan dizane hêzeke nijadî ye, ji aliyê Îranê ve birêve diçe û çendîn komkujî di Iraqê de kirine.

    Wezîrê Siûdî diyar kir ku girînge ku em piştevaniyê li birayên xwe yên Iraqî li şerê dijî terorê de bikin bi taybet jî di şerê DAIŞê de, lê belê em li gel yekparçebûn û serbixwebûna Iraqa erebî de ne.

    Cubeyr got em ê bi bêcudahî piştevaniya hemû pêkhatiyên Iraqê bikin û hêvî dikin ku siyaseta Iraqê jî bi vê curê be.

    Adil El Cubeyr di berdewamiya axaftina xwe de nerazîbûna xwe nîşanî Heşdî Şebî da û got: "Eger em bixwazin Iraq yekparçe û yeksanî di navber hemû pêkhatiyên cuda de hebe nabe hêzên çekdarê nîjadî hebe ji ber ku li waneye ew hêzene piştevanî li Iraqeke yekgirtî nekin û ev yeke jî helwesta me ye li ser Heşdî Şebî ye."

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoğlu û Cubeyr, beriye lûtkeya Sûriyê li Riyadê hatin ba hev
    Wezîrê Derve yê Siûdî Cubeyr diçe Tirkiyeyê
    Hiddo: Erebîstana Siûdî, Qeter û Tirkiye li Helebê têkçûn
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Erebistana Siûdî piştrast kir ku li Yemenê bombeyen xarê bikaranîtine
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezîrê Derve yê Ûrdunê, Heşdî Şebî, Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî, Nasir Judeh, Adil El Cubeyr, Iraq, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de