21:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    Li Tehranê Noel tê pîrozkirin

    Noel li Îranê tê pîrozkirin

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Mesihî li giştiyê cihanê Noelê pîroz dikin. Noel li Îranê jî ku hejmara kesên mesihî sedî 1 jî nîne di sersala nû de tê pîrozkirin.

    Li Îranê dîroka mesihiyan wek dîroka misilmaniyê kevne. Li welêt herî kêm 600 dêr hene û nêzî 300 — 370 hezar mesihî dijîn. Piraniya wan jî girêdayê Dêra Ortodoksan in. Ji aliye din ve Suryanî, Katolîk, Protestan û Evanjelikî li Îranê dijîn.

    Li Tehranê Noel tê pîrozkirin
    © AFP 2017/ Atta Kenare
    Li Tehranê Noel tê pîrozkirin

    Hin mesihî Noelê di 25ê Berfenbarê de pîroz kirin, Ermenî jî di 6ê Rêbendanê de wek Cejna roja 12mîn ‘Epîfanî' pîroz dikin. Vîtrînên hin dikanan bi kesk û sorê hatine xemilandin û li raxên Mesihî ên li Tehranê paytexta Îranê bi fîgurên Pitik Eysa, Pexember Yusuf û Meryem hatine xemilandin.

    ​Ermeniyên li welêt piştî 25 roj rojî ku tê girtin û di 1ê Berfenbarê dest pê dike Noelê pîroz dikin û di 25ê Berfenbarê de ziyafet didin.

    Bi heman mijarî:

    Suryaniyan ji ber êriş û kuştinên li bajarên kurdan, Noel pîroz nekirin
    Li Stenbolê jî Roja Serkeftinê hat pîrozkirin
    Etîketan:
    pîrozbahî, noel, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de