14:05 24 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitry Medvedev û Binali Yildirim

    Binali Yildirim ji bo sersaxiyê li Medvedev geriya

    © Sputnik/ Alexandr Astafiev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bi riya telefonê li hemkarê xwe yê Rûsî Dmitriy Medvedev geriya û ji bo balafira ketî sersaxiya xwe jê re ragihand.

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bi telefonê li hemkarê xwe yê Rûsî Dmitriy Medvedev geriya. Yildirim di hevdîtinê de ji bo balafira Rûsî ya ku ket Behra Reş sersaxia xwe ji Medvedev re ragihand û anî ziman ku hemû gelê Tirk tevlî malbat û xizmên kes ên jiyana xwe ji dest dan, êşa hemû gelê Federasyona Rûsyayê parve dike û di dilê xwe de hîs dikin.

    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ JÎ HAT DERBIRÎN

    Hat hîn bûn ku di hevdîtina her du serokan de hevkariya têkoşîna li dijî terorê jî hat derbirîn. Balafira ayidê Wezareta Parastin a Rûsî ya ku 92 kes tê de bû, di 25ê Berfanbarê de gava ku dê ji bajarê Soçî biçiya bajarê Lazkiye yê Sûriyeyê li peravên Behra Reş ketibû.

    Balafira tîpa Tu-154 li bajarê Soçiyê sotemenî girt şûnde dihat plankirin ku biçe Sûriyeyê. Di balafirê de ji bo ku li Sûriyeyê li baregeha Hmeymîm a Rûsyayê konsere bidin, 64 endamên Koroya Artêşa Sor jî hebûn. Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastin a Rûsyayê ji wan 92 kesên di balafirê de tu kes rizgar nebûn. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de heta niha 11 term û 154 perçeyên ayidê balafirê hatin dîtin. Di van xebatan de 35 keştî, 135 binavger, 7 wesayitên çavdêrî yên binbehrê û 3 hezar û 500 kes cih digirin.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: "Ketina balafirê wê bi hurgilî were lêkolînkirin"
    Çavuşoglu ji bo balafira Tu-154 û Sûriyeyê telefonê Lavrov kir
    Rûsya piştî ketina balafira Tu-154ê şîn girêdide
    Perçeyên mezin ên ayidê balafira Rûsî ya tîpa Tu-154 a ket Behra Reş hatin dîtin
    "Teror ne sedema ketina balafira Rûsyayê ye"
    Etîketan:
    sersaxî, telefon, Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Rûsyayê, Binali Yildirim, Dmitriy Medvedev, Sûriye, Soçî, Lazkiye, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de