05:11 24 Mijdar 2017
Zindî
    hpg

    Veysi Kaynak: Ger Barzanî bisernekeve Artêşa Tirk wê tişta pêwîst bike

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5801

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynak ji bo Şingalê got, "Ji ber ku di nava sînorên serweriya Barzanî de ye, ew peywira xwe bicih tîne. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Barzanî biserkeve lê ger bisernekeve Komara Tirkiyeyê wê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirk tişta pêwîst bike."

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynak li Kilîsê di derbarê rojevê de axivî û di wê axaftina xwe de got wê destûr neyê dayîn ku Şingal bibe Qendîleke nû. Kaynak wisa axivî:

    "Peymana Neteweyên Yekbûyî peywirê dide me ku em hemû faaliyetên li ser sînorên xwe tune bikin. Em bi erka ku ev peyman dide me, operasyonên Qendîl û Mertalê Firatê lidar dixin. Em nahêlin li Şingalê bibe Qendîleke nû. Ji ber ku di nava sînorên serweriya Barzanî de ye, ew peywira xwe bicih tîne. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Barzanî biserkeve lê ger bisernekeve Komara Tirkiyeyê wê bi destê Hêzên Çekdar ên Tirk tişta pêwîst bike."

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî ji bo PKKê: Heke hewce bike em ê hêzê bikar bînin
    Amerîka: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve
    Barzanî: Em hêvî dikin ku PKK razî bibe ji Şingalê derkeve
    'PKK dixwaze Şingalê bike Qendîl'
    Etîketan:
    tişta pêwîst, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Veysi Kaynak, Kilîs, Şingal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de