21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Balafirên şer çeperên DAIŞê yên li Mûsilê wiha bombebaran dikin

    Li Mûsilê êrîşî bazarê kirin: 20 kuştî 55 birîndar

    © Ruptly.
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 82 0 0

    Li Mûsilê di êrîşeke asmanî ya balafireke nasname nediyar de 20 kesên sivîl hatin kuştin 55 jî birîndar bûn.

    Parlamentarê Nînowayê Zahîd el Hatûnî ragihand, 140 kîlometre li rojavayê Mûsilê di encama êrîşeke asmanî ya ser bazara gel a bajaroka Baacê de ku ji aliyên balafireke nasname nediyar ve hatiye kirin, zarok jî di nav de 20 kesên sivîl hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.

    Hatûnî diyar kir, ji ber ku rewşa birîndaran giran e dibe hejmara kuştiyan zêde bibe û got ku ew bi navenda rizgarkirinê ya operasyona Mûsilê re di nav pêwendiyê de ne.

    Bajaroka Baacê ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Parastinê ya Iraqê:70 DAIŞî hatin kuştin
    Pûtîn: "Em tevlî karê navxweyî yê Iraqê nabin"
    Balyozê Amerîkî: Em ji ber hebûna PKKê ya li Iraqê xemgîn in
    Dadgeha Iraqê serdana Zêbarî Wezîrê berê yê Iraqê ret kir
    Etîketan:
    Êrîş bazarê kirin, Iraq, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de