05:02 22 Mijdar 2017
Zindî
    Obama û Netanyahû

    Netanyahû: Berpirsê biryara rawestandina cîwarbûnê Obama ye

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû diyar kir ku berpirsê wergirtina biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li ser rawestandina avakirina cîwarên nû li ser erda Filîstînê revebiriya Serokê Amerîkayê Barack Obama ye.

    Netanyahû li civîna heftane ya hikûmeta Îsarîlê de da zanîn, ti şika wan jê nîne ku berpirsê vê biryarê rêvebiriya Obama ye û wiha dewam kir: "Ev biryar li KENYyê nayê. Em ê ji bo ku ev biryarê zirarê nede Îsraîlê hewildanên xwe bidomînin. Ez ji vir ji wezîr û hevalên xwe re dibêjim ku di axaftin û helwestên xwe de bi berpirsiyarî û hestiyarî tevbigerin."

    'CIHÊ WÊ MIJARÊ NE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YE'

    Netanyahû herwiha daxuyakirin, her çiqas bi Amerîkayê re nêrînên wan ên cuda li ser vê mijarê çêbûbin jî wan li ser li hev kiribû ku cihê gengeşîkirina vê mijarê ne Neteweyên Yekbûyî ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Filîstîn: Biryara NYyê dijî polîtîkaya Îsraîlê şeqameke mezin e
    Balyozê Îsraîlê nameya Karlov a dawî xwend
    Trump, Balyozê Îsraîlê diyar kir
    Mahmûd Abbas pêşwaziya heyeta Îsraîlê kir
    Etîketan:
    Îsraîl, Konseya Ewlekariyê ya NY, Obama, Netanyahu, Amerîka, îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de