21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Xalid Ezîzî

    HDK: Pirsgirêka miletekî bi terorê çareser nabe

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4211

    Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilat (HDK) Xalid Ezîzî got kuştina çend endamên wan bi ji aliyê Îranê, wê nebe sedema rawestandina xebatan wan.

    Li ser banga Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) li baregaha Deftera Siyasî ya HDKê ya li Koy a Kurdistana Îranê, civîna partiyên siyasî yên kurd birêve diçe.

    'HEVBENDÎ, HEVXEBAT, HEVRUHÎ…'

    Ezîzî got di axaftina xwe de behsa girîngiya yekîtiyê kir û got: 'Hevderdî, hevxebat û hevruhiya bi me gelekî girîng e û em berpirsiyarê van tiştan in. Ev yek dê bibe hêwineke baş ji bo li hev nêzîkbûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê. Di heman demê de hest û berpirsiyariyeke ji bo hemû aliyan da ku li gorî şiyanên xwe Herêma Kurdistanê biparêzin.'

    PIRSGIRÊKA MILETEKÎ BI TERORKIRINÊ ÇARESER NABE

    Sekreterê Giştî yê HDKê Azîzî  di dewamiya axaftina xwe de got: 'Ger piştî terorkirina çend hevrêyênme û kiryarên Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî partî û aliyên siyasî yên Rohjilatê Kurdistanê me xebat rawestandiba, divêya me beriya niha ev kiriba. Lê Îran û ew aliyên ku pirsgirêka wan ligel kurdan heye, divê tiştekî baş bizanin, ew jî ev e; pirsgirêka milletekî, ku ji bo mafên xwe partî û rêxistin ava kirine, li pey bidestxistina mafên xwe ne, bi rêya şer, pevçûn, teror û tirsandinê çareser nabe.'

    Şeva sêşemê li hember baregaha Deftera Siyasî ya HDKê li Koyê du bombeyên vedayî teqiyan û di encamê de 5 endamên HDKê û 2 karmendên asayîşê jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişê HDKê daxuyaniyek belav kir û ji ber êrişan Dewleta Îranê sûcdar kir.

    Bi heman mijarî:

    Endamekî PDK-Sê di nav 'Hêzên Cewherî' de can da
    Îsmaîl Beşîkçî serdana PDK-Îyê kir
    PDK bi YNK, Goran û Tevgera Îslamî re dicive
    PDK wê bi YNK û Goranê re bicive
    Etîketan:
    şerê siyasî, rêxistin, kurd, xalid ezîzî, koy
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de