18:49 27 Gulan 2018
Şaredarî - kayyum - kayum

Hevşaredara Akdenizê hat girtin

Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevşaredara navçeya Akdenizê Yuksel Mutlu û Hevserokê Bajêr a Mersinê ya HDPê Sadun Dogan jî di nav de 15 kes hatin girtin.

Li bajarê Mersinê di 12ê Berfanbarê de Hevşaredarê Akdenizê û Hevserokê HDPê jî di nav de ji 100î zêdetir kes hatibûn desteserkirin. Îro Hevşaredara navçeya Akdenizê Yuksel Mutlu û Hevserokê Bajêr a Mersinê ya HDPê Sadun Dogan jî di nav de 22 kes sewqî Dadgeha Mersinê hatin kirin.

Ji 22 kesê ku sewqî dadgehê hatin kirin 3 ji wan serbest hatin berdan, kesên din jî bi hinceta ‘Endamê rêxistinê', ‘Propagandaya rêxistinê kirine' û ‘Li ser navê rêxistinê çalaki pêk anîtine' sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgehê 4 kesan bi şerta kontrola edlî serbest berda, 15 kesên din jî biryara girtinê li wan birî.

Bi heman mijarî:

Li Bedlîs û Êlihê 5 hevşaredar hatin desteserkirin
Li Colemêrgê 3 hevşaredar hatin girtin
Li Dêrsimê hevşaredar û rêvebir jî di nav de 12 kes hatin girtin
Li Pîranê hevşaredar Zulfiye Kişmir jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê cîgira hevşaredar jî di nav de 6 kes hatin girtin
Etîketan:
desteserkirî, girtî, Sadun Dogan, Yuksel Mutlu, Mersin, Tırkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de