16:43 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: ‘Emê hesaba kuştina Karlov dê bipirsin'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezîrê Karên Derveyê ya Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê sûîqasta Balyozê rûsî Andrey Karlov de got ‘Wekê (Serokê Dewleta Rûsyayê) Pûtîn ragihand em dizanin li pişt bûyerê çi hene. Emê di demek kin de hemû tiştan derxin holê û hesaba wî bipirsin. Ev bûyer wekê serokomarê (Erdogan) û Pûtîn gotin dê têkiliyên me xirab neke.

    Wezîrê Karên Derveyê ya Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê kuştina Balyozê Enqereyê ya Rûsyayê Andrey Karlov de axivî û ragihand ku di demek kin de bi her ewayî zelal bikin û hesaba wî jî bipirsin.

    Çavuşoglu destnîşan kir ku Andrey Karlov di encamek êrişa terorî de jiyana xwe ji dest da. Me li welatê xwe bi rêk û pak wî oxirkir bi heman şiklê li Moskovayê jî pêk anî. Wekê ku Pûtîn got em dizanin li pişt bûyerê çi hene û di demek nêz de hemû tişt bê zelalkirin û hesaba wê bê pirsîn. Wekê birêz Pûtîn û Serokomarê me gotin ev yek têkiliyên me dê xirab neke. Têkiliyên me yên nêz di pêvajoya texliyekirina Helebê de hat dîtin. Tevî hemû astengiyan 45 hezar kes hatin texliyekirin. Me karek gelek girîng bicih anît. Raste me di hin mijaran de li hev nekir. Ev yek bi Amerîkayê û welatên din re jî hat jiyandin.

    Bi heman mijarî:

    Dozgerî di telefona kujerê Karlov de li ‘tîp'a ku di şîfreyê de hatiye bikar anîn digere
    Bayik: Dibe ku Ocaxên Osmanî Karlov kuştibe
    Bass: Em tawanbarkirinên derbarê kuştina Karlov de red dikin û êrîşê şermezar dikin
    Qatilê Karlov li ser Instagramê hevdîtin kirine
    Ji bo şikandina şîfreya telefona qatilê Karlov serî li Appleyê dan
    Malbata qatilê Karlov: "Em ji şehîdbûna wî ditirsiyan, xayîn derket"
    Etîketan:
    bûyer, pirsîn, hesab, Vladimîr Pûtîn, Mevlut Çavutoglu, Andrey Karlov, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de