23:42 21 Gulan 2018
    hpg

    HPG: Li Amedê 2 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn

    © AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HPGê diyar kir ku li Amedê di 15ê Berfanbarê de di navbera leşkerên artêşa Tirk û endamên wan de şer qewimî û di encamê 2 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn.

    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir ku di roja 15ê Berfanbarê de artêşa Tirk bi tevlîbûna 4 hezar leşkeran li qada Şehîd Rojhat a di navbera navçeyên Licê û Hênê yên Amedê de operasyoneke berfireh da destpêkirin.

    HPGê di daxuyaniya xwe de got:"Heman rojê saet di 08.45an de hêzên me li baskekî operasyonê dan. Di şer de ku nêzî saetekê dewam kir, 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Dîsa saet di 12.30yî de hêzên me li baskekî din ê operasyonê dan, li vir jî 8 leşker birîndar bûn. Her wiha di şer de 2 gerîlayên me jî şehîd bûne."

    Bi heman mijarî:

    HPG: Li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin
    HPG: 11 leşker hatin kuştin
    HPG: Li Şemzînanê 11 leşker hatin kuştin
    HPG: Di encama şer de 2 leşker hatin kuştin
    HPG: 'Di şer de 36 leşker hatin kuştin'
    HPG: ‘Hêzeke me beşdarî operasyona Kerkûkê bû
    Etîketan:
    hatin kuştin, leşker, Artêşa Tirk, Hêzên Parastina Gel (HPG), Hênê, Licê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de