08:11 22 Mijdar 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Hevserokê Qersê yê DBPê Onder Fidanboy hat girtin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Hevserokê Bajarê Qersê yê DBPê Onder Fidanboy û rêveberê partiye Ramiz Atmaca bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê' û ‘alîkarî û propagandaya rêxistinê' hatin girtin.

    Hat ragihandin ku li Qersê siyasetmedarên HDP û DBPê jî di nav de ji 19 kesan miameleyên 4 kesan li ewlehiyê hatin temam kirin.

    Fidanboy û Atmaca piştî girtina îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve sewqê dadgeriya ceza ya sulhê hatin kirin û ji aliyê dadgeriyê ve bi tawanbariyên ‘endamtiya rêxistinê', ‘alîkariya rêxistinê' û ‘propagandaya rêxistinê' hatin girtin.

    Her du kesên din jî bi şertê edlî serbest hatin berdan.

    Her wiha di çarçoveya heman lêpirsînê de berê jî 8 kes hatibûn girtin.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê HDPê yê Enqereyê hat girtin
    Parlamentara HDPê Besîme Konca hat girtin
    Serokwekîla Koma HDPê Çaglar Demirel hat girtin
    Seferi Yilmazê Hevşaredarê Şemzînanê hat girtin
    Ahmet Turk hat girtin
    Etîketan:
    girtin, Hevserokê Bajarê Qersê yê DBPê, Ramiz Atmaca, Onder Fidanboy, Qers
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de