03:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Iraqê - Artêşa Iraqê

    Li Mûsilê 4 cihên stratejîk ji DAIŞê hat paqijkirin

    © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Operasyona rizgar kirina Mûsilê dewam dike. Fermandariya Operasyonên Qada Nînowayê ragihand, ku li bakûrê Mûsilê 4 cihên girîng ji rêxistina terorîst a DAIŞê paqij kirine.

    Fermandarê Operasyonên Qada Nînowayê Ebdulemîr Yarellah eşkere kir ku piştî pevçûnên dijwar, hêzên ewlekariya Iraqê li bakûrê Mûsilê, avahiyên Akademiya Polêsan, Rêveberiya Qeyd kirina Otomobîlan, Kargeha Çîmento û navçeya Hayekilyan kontrol kirine

    Yarellah diyarkir k udi şer de ziyanên mezin gihandine terorîstên DAIŞê.

    Ji aliyê din ve hate gotin ku çekdarên Heşda Şeibî li rojavayê Mûsilê êrîşekî terorîstên DAIŞê tekbirine.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil: 700 terorîst hatin kuştin, 10 tax azad bûn
    Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin
    Mesut Deger: "Mûsil axa Kurdistanê ye"
    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
    Etîketan:
    çekdar, ewlekarî, pevçûn, DAIŞ, Ebdulemîr Yarellah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de