08:03 25 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em û Amerîkayê li hev bikin rêz wê were Reqqayê

    © AP Photo / Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Kampusa Şehit Erol Olçok a SGKê diaxive û got, “Ji 20ê Rêbendanê şûnde li amerîkayê rêveberiya nû tê ser kar. Em ê bi wan re jî rûnin û biaxivin. Îcar di rêzê de Minbic heye. Ger ku em û Amerîka li hevdu bikin paşê wê wê Reqqa hebe

    Erdogan di axaftina xwe de behsa operasyona El Babê kir û got, "Kesên ku dipirsin ku çi karê Tirkiyeyê li El Babê heye, hîn mesele fêm nekirine. Gava ku li Kilîsê û Dîlokê welatiyên me şehîd dibûn, digotin ‘Ka dewlet li ku ye?"

    Erdogan anî ziman ku El Bab ji her çar aliyan ve hatiye dorpêç kirin û ev tişt gotin, "Li wir karê li ber qedandinê ye. Paşê xwediyên wir wê li wir bicih bibin. Zilm li ku be, em li wir in."

    Serokomarê Tirk îdia kir ku Artêşa Sûriye ya Azad (ASA) tevgereke berxwedanê ye û got, "Hinek bê şerm dibêjin ‘Artêşa Sûriye ya Azad' rêxistina terorê ye. Tu eleqeya xwe tune ye. ASA tevgereke berxwedanê ye."

    Recep Tayîp Erdogan ji bo tehliyekirina sivîlan ji Helebê jî got, "Me ji Helebê 45 hezar birayên xwe rizgar kir. Kesên ku ji wir hatin tehliyekirin, ger hewce bike em ê bigirin nav axa xwe."

    Erdogan behsa hevdîtina xwe ligel Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî kir û got, "Êvara borî hevdîtineke min ligel birêz Pûtîn çêbû. Spasiya me kir. Got, ‘ger ku di rizgarkirina mirovan de me dest neda hevdu me nikarîbû ev pêvajo temam bikira.' Ev beşa temam bû."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em qet destûrê nadin ku li Bakurê Sûriyê devlet bê avakirin
    Pûtîn û Erdogan ji bo operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman
    Erdogan derbarê operasyona El Babê de axivî...
    Erdogan: Em rê nadin têkilya Tirkiye û Rûsyayê xera bibe
    Etîketan:
    lihevkirin, Serokdewletê Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayîp Erdogan, El Bab, Reqqa, Heleb, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de