08:16 22 Mijdar 2017
Zindî
    Devlet Bahçeli

    Bahçeli: Birayên min ên Kurd, werin em bibin yek

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4102

    Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçeli li Enqereyê li Dibistana Siyaset û Serokatî ya MHPê axivî û got, "Roj ne roja xeyidînê ye, em malbateke mezin in û em bi yekê pesna xwe bidin. Birayên min ên esilkurd werin em bibin yek."

    Bahçeli di axaftina xwe de PKKê wek cêwiyê FETO û DAIŞê binav kir û balkişand ser encamên têkçûna Operasyona Mertalê Firatê ya li El Babê. Serokê MHPê di vê mijarê de ev tişt gotin, "Teqez divê Operasyona Mertalê Firatê serfiraz bibe. Divê em bi eniya spî ji operasyona El Babê derkevin. Ger ku em ji El Babê destvala vegerin, em ê Amedê jî têxin rîskê, Enqereyê jî têxin rîskê."

    Baheçlî ji deklerasyona Moskowê ya di 20ê Berfanbarê de di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hat îmzekirin jî gazinc kir û got, "Peymana ku Tirkiyeyê di 20ê Berfanbarê de ligel Rûsya û Îranê danî, bi hêvî ye. Lê nebûna YPG û PKKê gelekî bi zirar e."

    Bahçeli balkişand ser îdiayên çekdarkirina YPGê ji aliyê Amerîkayê ve jî û got, "ev tên çi wateyê?"

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Yeniçagê: Alîkarê Erdogan diyar bû...Bahçeli
    Bahçeli bangî AKPê kir: "Ma qet wijdanê we neêşiya"
    Yildirim û Bahçeli ji bo Destûr Bingehîn daxuyaniyek da
    Yildirim û Bahçeli dê cara dawî ji bo Destûra Bingehîn bicivin
    Li gorî Bahçeli êrişa Stenbolê bi lihevkirina Destûra Bingehîn ve girêdayî ye
    Etîketan:
    yek, kurd, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê, Devlet Bahçeli, El Bab, Amed, Tirkiye, Moskow, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de