04:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    İnternet

    Wezareta Karên Navxweyî: Ji ber medyaya civakî hezar û 656 kes hatin girtin

    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de di encama xebatên 6 mehên dawîn ên di warê medyaya civakî de di derbarê 3 hezar û 710 kesan de miamele hatiye kirin û ji van hezar 656 kes hatine girtin, hezar û 203 kes jî bi şertê edlî serbest hatine berdan.

    Hat diyar kirin ku miameleyên desteserkirinê yên di derbarê 84 kesan de berdewam dikin û 767 kes jîserbest hatin berdan. Hat diyar kirin ku lêpirsîn û pêvajoya edlî ya di derbarê 10 kesan de jî li Dozgeriyên Komarê berdewam dikin.

    Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemenî ya Wezareta Karên Navxweyî ve hat dayîn wisa ye: "Di xebatên ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya Wezareta Karên Navxweyî ve tê meşandin de, di 6 mehên dawîn de di derbarê 3 hezar û 710 wan kesan de ku li ser medyaya civakî gel sewqê kîn û nefrete kirine, pesna rêxistina terorê dane, propaganda rêxistina terorê kirine, bi awayekî eşkere têkiliya xw ey abi rêxistina terorê re diyar kirine, heqaret li mezinên dewletê kirine, yeknbûna welêt û ewlehiya civakê ji xwe re kirine hedef, miamele hatine kirin, hezar û 656 kesên ji van hatine girtin, hezar û 203 kes jî bi şertê edlî serbest hatine berdan. Miameleya desteserkirin a 84 kesan berdewam dike, 767 kes jî di binçavan de serbest hatine berdan. Her wiha di derbarê 10 hezar kesên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin û gihîştine ber destê Dozgeriyên Komarê de jî lêpirsîn û pêvajoya edlî berdewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Kesên li ser medyaya civakî pesnê teqîna Beşîktaşê dan hatin binçavkirin
    HDPê li ser medyaya civakî dê ji rewşa awarte re bibêje: Na
    Ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 5 kes hatin desteserkirin
    Li ser medyaya civakî gefa mirinê li siyasetmdarên kurd xwarin
    Etîketan:
    desteserkirin, girtin, medyaya civakî, Wezareta Karên Nvaxweyî ya Tirkiyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de