15:10 21 Mijdar 2017
Zindî
    Benjamîn Netanyahu

    Netenyahû: Rêvebiriya Obama bi çeteyên NYyê re hevkarî kir

    © REUTERS/ Dan Balilty
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Serokwezîrtiya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew biryara Neteweyên Yekbûyî red dikin û got, em li bendê ne Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump were ser kar.

    Di daxuyaniya serokwezîrtiyê de hat gotin, dewleta Îsraîlê ji bo nirxandinê ji nûnerên xwe yên li welatên New Zeland û Senegalê xwestiye vegerin.

    Îsraîlê bendewariya xwe ya bo hatina Trump anî ziman û rêvebiriya Obama bi tundî rexne kir:

    ‘Rêvebiriya Obama hem nekarî Îsraîlê li hemberî çeteya li NYşê biparêze hem jî hevkarî bi wan re kir.'

    Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê herwiha ferman da ku hemû bernameyên alîkariyê yên ji bo Senegalê werin rawestandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava
    Pûtîn û Erdogan ji bo operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman
    Trump bo biryara Îsraîlê: Dema ku hatim dê rewş cuda be
    Karwana dawî ji Helebê derket, kontrola bajêr bi tevahî ket destê arteşê
    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Etîketan:
    Rêvebiriya Obama, Serokwezîr netanyahû, Îsraîl, Donald Trump, Amerîka, amerîka, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de