01:04 23 Çile 2018
Zindî
    Alaya TEV-DEM û YPGê

    Rêvebirê TEV-DEMê bang li ENKSê kir ku vegerin Rojava

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Endamê Desteya Rêvebiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bang li pêkhateyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, 'vegerin Rojava em dikarin bi rêkeftinê jî bikin.'

    Rêvebirê TEV-DEMê Aldar Xelîl di kongreya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇK-S) ku 23yê Berfanbarê li bajarê Amûdê birêve çû de gotarek pêşkeş kir.

    ALDAR XELÎL: DERÎ VEKIRÎ YE

    Xelîl di axaftina xwe de rexne li partiyên Kurd ên ku digel muxalîfên hikûmeta Sûriyê cî girtine kir û bêyî navê partiyan bide bang li partiyên ENKSê kir ku ji bo xebatên xwe vegerin Rojava û ligel wan rêkeftinê bikin:

    "Eger hûn dixwazin bibin dijbereyeke demokratîk, derî vekirî ye. Bibin dijbere û helwest û nêrînên xwe yên cuda bînîn ziman, lê dijminatiya îradeya vî gelî nekin, dijminatiya keda ku hatiye kirin, nekin.Ew partiyên ku bi hin aliyên din re ne, ku ne beşek ji wan in, Rojavayê Kurdistanê welatê we ye jî, werin Rojavayê Kurdistanê, xebatên xwe bikin û em dikarin bi hev re rêkeftinê jî bikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan ji bo operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman
    Trump bo biryara Îsraîlê: Dema ku hatim dê rewş cuda be
    'Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike'
    Li Hewlêrê ji bo şermezarkirina teqînên Koyê xwepêşandan tê lidarxistin
    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Etîketan:
    TEV-DEM, Rojava, Sûriye, ENKS, Sûriye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de