04:37 23 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Pûtîn û Erdogan ji bo operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser prosesa lêpirsîna kuştina Balyozê Rûsî Andrey Karlov axivîn.

    Kremlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku Erdogan bi rêya telefonê derbarê lêpirsîna berdewam a terorkirina Andrey Karlov de zanyarî bi Pûtîn re parve kirine.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, li ser kordînasyona hêzên ewlekarîyê û îstixbaratê yên Rus û Tirk re jî her du aliyan xwestiye danûstandinên nêzîk berdewam bin.

    'JI BO AGIRBESTA GIŞTÎ ŞERTÊN GUNCAW ÇÊBÛN'

    Herwiha hat ragihandin ku rewşa Sûriyê jî di pêwendiya telefonê de hatiye nirxandin û hat destnîşankirin, ‘Her du alîyan jî bi mebesta bi awayekî serkeftî dawîbûna operasyona Helebê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Bi vî awayî jî şertên guncaw ji bo agirbesteke li seranserê Sûriyê derketin holê.'

     

    Bi heman mijarî:

    Trump bo biryara Îsraîlê: Dema ku hatim dê rewş cuda be
    Karwana dawî ji Helebê derket, kontrola bajêr bi tevahî ket destê arteşê
    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir
    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê: Ewlehiya Enqerê û Babê heman tişt e
    Etîketan:
    Sûriye, Heleb, Pûtîn, Erdogan, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de