20:29 26 Gulan 2018
Donald Trump

Trump bo biryara Îsraîlê: Dema ku hatim dê rewş cuda be

© REUTERS / L.E. Baskow
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Piştkî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donal Trump li ser biryarê bibîr xist ku dema ew hat ser kar dê rewş cuda be.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê piştî pesendkirina biryara KENYyê ya ku dixwaze ‘Îsraîl derhal avadankirina cîwarên nû li Filîstînê rawestîne' got, ‘Piştî 20ê meha Rêbendanê dê rewş cuda bibe.'

TRUMP: EV NEHEQÎYEKE MEZIN E JI BO ÎSRAÎLIYAN

Trump berî pesendkirina biryara li ser Îsraîlê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bang kiribû ku ew biryar were vetokirin û gotibû: "Dê aştiya navbera Îsraîl û Filîstînê bi danûstandinên rasterast ên her du aliyan pêk were, ne bi şertdanîna NYyê. Ev dihêle ku Îsraîl di muzakereyan de bikeve rewşeke gelekî xerab û ev rewş ji bo hemû Îsraîliyan neheqîyeke mezin e."

Bi heman mijarî:

Karwana dawî ji Helebê derket, kontrola bajêr bi tevahî ket destê arteşê
Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê: Ewlehiya Enqerê û Babê heman tişt e
'Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike'
Gerînendeyê ANFê li Belçîkayê serbest hat berdan
Etîketan:
Biryara rawestandina avakarina cîwarên nû, NY, Îsraîl, Trump, Rojhilata Navin, Amerika
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de