04:57 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Îsraîlê

    Îsraîl: Amerîkayê terka tekane dostê xwe yê Rojhilata Navîn kir

    © Flickr/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 92 0 0

    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryara li ser rawestandina avakirina cîwarên nû li Rojhilatê Qûdsê û li hin deverên din ên Filîstînê pesend kir. Îsraîlê li ser biryarê bertekên tund nîşan da.

    Li gor biryara bi jimara 2334an a KENYê ji rêvebiriya Îsraîlê hat xwestin ku avakirina cîwarbûna li ser axa Filîstînê rawestîne.

    Biryar bi 14 dengên endaman hat qebûlkirin ku di vê pêşnûmaya biryarê de hat xwestin, 'îsraîl demûdest çalakiyên avakirinê bidawî bîne'.

    Amerîkayê di dengdanê de dengê bêlayan bikar anî ku ev jî bû sedema nerazîbûneke mezin ji aliyê Îsraîlê ve.

    ÎSRAÎL: BIRYAR LI DIJÎ DEWLET Û GELÊ CIHÛ YE

    Bêlayanbûna Amerîkayê ji aliyê Îsraîlê ve bi tundî hat rexnekirin. Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yuval Steinitz got, "Ev biryar ne ku li dijî cîwarbûnê ye, li dijî Îsraîlê ye. Li dijî dewleta Cîhûyan û gelê Cihû ye. Amerîkayê bi awayekî basît tekane dostê xwe yê li Rojhilata Navîn terk kiriye. Ev ji bo Amerîkayê şermek e"

    Bi heman mijarî:

    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê: Ewlehiya Enqerê û Babê heman tişt e
    'Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike'
    Amerîkayê ji bo sersalê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê
    Bavê leşkerê ku tê îdiakirin DAIŞê ew kuştiye: Felaketek hate serê me
    Etîketan:
    KENY, NY, Bertên Îsraîlê, Avakirina Cîwarên nû li Qûdsê û Filîstînê, Biryara Neteweyên Yekbûyî, Îsraîl, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de