12:35 25 Mijdar 2017
Zindî
    Kaçırılan Libya uçağı

    Balafira Lîbyayê hat revandin

    © REUTERS/ Darrin Zamit-Lupi MALTA OUT
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5610

    Li Lîbyayê balafirek ku 118 rêwî tê de bû û ji bajarê Sehbayê diçû Trablûsê ji aliyê 2 korsanan hate revandin Maltayê. Du korsanên ku alîgirê Qeddafî ne, daxwaza serbestberdana kurê Qaddafî, Seyfulîslam Qeddafî yê di girtîgehê de kirin. Hin rêwiyên dîlgirtî serbest hatin berdan.

    18.00 Piştî hewldanên 4 saetan korsanên ku balafira Lîbyayê revandin,teslîm bûn û hêzên taybet wan radestî hêzên ewlekariyê kirin.

    17.04  Parlementerek lîbyayî di axaftina xwe ya Reutersê de ragihand ku li gorî agahiyên ku wî ji rêwiyan bidestxistiye, korsana daxwaza avakirina partiyek siyasî kirine.

    16.53 Muscat diyar dike ku niha li nava balafirê de herdu korsan û çend muretebat ma ne.

    16.49 Serokwezîr Muscat ragihand ku tehliyeya muretebatan jî dest pê kiriye.

    16.47 Ji 111 rêwiyên di balafirê de 109 ji wan serbest hatin berdan.

    16.44 Endamê meclise Hadî el Saghîr di axaftina xwe Reutersê de eşkere kir ku, endamê Meclisa Nûneran ya Lîbyayê Abdulselam Mrabit daxuyandiye ku 2 kesên ku temenê wan dora 25 salan û ji bajarê Tebûyê balafirê revandine.

    16.38 Serokwezîr Muscat ragihand ku di koma sêyemîn de 44 rêwî serbest hatin berdan.

    16.35 Koma sêyemîn ya rêwiyan tê tehliyekirin.

    16.23 Muscat hejmara rêwiyên ku serbest hatin berdan wekî 65an eşkere kir.

    16.25 Serokwezîr Muscat ragihand ku tehliyekirina koma duyemîn ya rewiyan dest pê kiriye.

    16.23 Bi tehliyekirina koma duyem, hejmara rêwiyên ku serbest hatin berdan gihişte 50an.

    16.16  Serokwezîr Muscat ragihand ku koma duyem ya rêwiyan ya ku ji 25 kesan pêk tê, tê tehliyekirin.

    16.11 Koma duyem ya rêwiyan tên tehliyekirin.

    16.04 Serokwezîr Muscat daxiyand ku 25 rêwî serbest hatine berdan. Di balafirê de 118 rêwî hebûn.

    Tehliyeya jin û zarokan ya ji balafirê.
    © REUTERS/ Darrin Zamit-Lupi
    Tehliyeya jin û zarokan ya ji balafirê.

    15.56 Serokwezîrê Maltayê Muscat diyar kir ku jin û zarokên di balafirê de tên tehliyekirin.

    15.54 Rêwîyiên di balafirê de serbest hatin berdan.

    15.31 Herdu korsan teslîm bûn û wê rêwî serbest bên berdan.

    15.25 Polêsên Maltayê derbarê serbestberdana rêwiyan de ti agahî nedan.

    15.23 ‘KORSANÊN HEWAYÎ XWESTIN KU KURÊ QEDDAFÎ YÊ DI GIRTÎGEHÊ DE SERBEST BÊ BERDAN'

    Rojnameya Biladê jî destnîşan kir ku herdu korsan xwestin ku Seyfulîslam Qaddafî  yê di girtîgehê de serbest bê berdan.

    15.10 Pîlotê balafiê dema ku xwestiye li balafirgeha Mitiga ya li Trablusê dakeve bi xebatkarên balafirgehê re ketiye nava têkiliyê û wan ji revandina balafirê agahdar kiriye.

    15.03 Çapemeniya Maltayê ragihand ku êrişkar endamê rêxistina El feth el Gagidayê ya aligirê serokê bere yê Lîbyayê Muammer Qaddafiye ye û ger daxwazên wî bên cih wê hemû rêwiyan serbest berde. Lê derbarê daxwaza erişkar de hêj ti agahî nînin.

    14.52 Di balafirgehê de 111 rêwî hene û 82 ji wan mêr û 28 ji wan jî jin in. Herwiha pitikek jî hebû.

    14.51 Televîzyona Dewletê ya Maltayê ragihand ku balafir ji aliyê 2 korsan ve hatoye revandin

    14.50 Tê îdiakirin ku rêwî serbest hatin berdan.

    13.51 Di balafirê de 111 rêwî û 7 muretebat hebûn. Balafir ayîdî Rêhewaya Afriqiyah ye û cureyê wê jî Airbus A320 e.

    ​Balafira hate revandin daket Balafirgeha Luqa ya Maltayê. Reutersê ragihand ku gefa teqandina balafirê tê xwarin lê derbarê daxwaza êrişkaran de hêj ti agahî nehate bidetxistin.

    ​Çapemeniya Maltayê jî ragihand ku êrişkar kesek e û ew alîgirê serokê berê yê Lîbyayê yê têkçûyî Qaddafî ye. Herwiha êrişkar daxuyandiye ku ger daxwazên wî bêne cih wê hemû rêwiyan serbest berde.
    Tê diyarkirin ku bombeyeke destçêkirî di destê êrişkar de ye lê derbarê daxwazên wî hêj ti agahî nehatine bidesxitin.

    ​Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat li ser malpera xwe ya Twitterê daketina balafirê ya li Maltayê  piştrast kir û diyar kir ku hêzên wan ên ewlekariyê amade ne ku dest bi operasyonê bikin.


    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ez ê bi xwe pêşwaziya balafira ku termê Karlov tîne Moskowê bikim
    Balafira leşkerî ya rûsî ku 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket
    Burhan Kuzu ji Davutoglu re got: ‘Balafira ku te nexistiye tu çima dibêjî min xistiye'
    Balafira leşkeri ket: 13 mirî
    Şopên teqînê li ser rêwiyên balafira Misrê ku ketibû hat dîtin
    Etîketan:
    malta, revandin, êrişa terorî, balafir, lîbya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de