17:21 19 Mijdar 2017
Zindî
    polês

    Li Enqereyê li dijî polîsan êrîşa çekdarî hat pêk anîn

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 98 0 0

    Li Enqereyê li dijî wesayita polîsan êrîşa çekdarî pêk hat. Guleyek rastî cama deriyê dawî ya wesayiyta polîsan hat. Polîs ji bo girtina êrîşkaran ew tax dorpêç kirin.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li taxa Kale ya Enqereyê 4 kesên gumanbar gule bi wesayita polîsan a ji bo ewlehiyê digeriya reşandin û paşê reviyan. Guleyek rastî cama deriyê dawî ya wesayita polîsan hat. Di bûyerê de kesê mirî û birîndar tune ye.

    TAX HAT DORPÊÇ KIRIN

    Li ser vê yekê polîsên rastî êrîşê hatin, ji bo piştgiriyê gazî polîsan kirin. Ji dibetiya terorê tîmên hêz ên taybet û wesayitên zirxpoş hatin sewq kirin. Tîmên polîs ên ku hatin cihê bûyerê derdora taxê dorpêç kirin û ketin û derketina taxê ji çûn û hatinê re girtin. Tîmên lêkolîn ên cihê bûyerê li cihê b3uyerê dest bi lêgerîna delîlan kirin. Li cihê bûyerê 5 çîtikên guleyan hat dîtin.

    Tîmên polîsan di derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpê kirin.

    Etîketan:
    dorpêçkirin, gule, polîs, êrîşa çekdarî, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de