02:56 25 Mijdar 2017
Zindî
    Ala DAIŞê

    DAIŞê 2 leşkerên tirk şewitand, 2 jî bi guleyan kuşt

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 35030

    DAIŞê bi rêya vîdyoyekê ragihand ku her du leşkerên Tirk ên sala çûyî revandibû hatine şewitandin. 2 leşkerên din ên meha borî li derdora El Babê bi birîndarî hatibûn revandin jî bi guleberdana serê wan hatine kuştin.

    DAIŞê leşkerê tirk Serter Taş û hemwelatiyê Tirkiyê Fethî Şahîn ku wek leşkerê tirk ragihandibû bi rêbaza şewitandinê kuşt. Dîsa 2 leşkerên artêşa Tirkiyê yên bi saxî li dema operasyona Mertala Firatê desteser kiribûn jî bi guleberdana serê wan kuşt.

    Li gor agahiyên hatine bidestxistin, DAIŞê leşkerên tirk ên bi navê Serter Taş û Fethî Şahîn ku par revandibû û herwiha 2 leşkerên din ên tîma Hêzên Taybet ên Tirkiyê Astsubay Kivanç Kaşikçi û Muhamed Duran Keskîn ku li derdora El Babê meha borî revandibû kuştin.

    DAIŞê li ser kuştina leşkeran vîdyoyek belav kir ku tê de xuya dibe Serter Taş û Fethî Şahîn bi şewitandinê tê kuştin, herwiha leşkerên din Kivanç Kaşikçi ku ji lingê xwe birîndar bûbû û Muhamed Duran ku ji zikê xwe û destê xwe birîndar bûbû jî bi guleberdana serê wan dikuje.

    Di vîdyoya hatiye belavkirin de dîmenên dema destgîrkirina leşkêrên Tirkiyê Kaşikçi û Duran cî digirin.

    DI VÎDYOYÊ DE BANGEWAZÎYA ÊRÎŞKIRINA TIRKIYÊ TÊ KIRIN

    Herwiha di vîdyoyê de milîtanek bi tirkî diaxive û bangwezayê li milîtanên Tirkiyê dike ku êrîşan bikin.

    DAIŞê 29ê Mijdarê li demjimêrên êvarê li nêzî gundê Ed Dana yê bajaroka El Bab a Sûriyê êrîşê leşkerên Tirkiyê kiribû û 2 leşkerên bi navê Kivanç Kaşikçi û Muhammed Duran Keskîn revandibû.

    Leşkerê bi navê Serter Taş jî ji 1ê Îlona 2015an ve di destê DAIŞê de bû.

    Nîşeyeke girîng: Ji ber ku di vîdyoya DAIŞê ya navborî de dîmenên nexweş ku xizmeta propagandaya terorê bikin hene di çarçoveya polîtîkaya weşanê ya Spûtnîkê de di nûçeyê de ti dîmenek nehatiye belavkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Netanyahû bang li Obama kir ku pêşniyar qanûnê veto bike
    Balyozê Tirk Kaymakçi: Dema derketina Artêşa Tirkiyê ji Iraqê nêzîk bûye
    Donald Trump: Divê Amerîka kapasîteya xwe ya nukleerî zêdetir bike
    Milîtanên mayî yên Rojhilatê Helebê ji bajêr derketin
    Di operasyona Tirkiyeyê ya li El Babê de 24 sivîl jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    Vîdyo, DAIŞ, Leşkerên Tİrkiye, leşker, Sûriye, el bab, Sûriye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de