16:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    Li derdora bajarê Babê di navbera komên Artêşa Azad û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de şer diqewime

    DAIŞê li Babê 2 tangên artêşa Tirkiyê bidest xistin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 155 0 0

    Di operasyona Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a li ser Babê de 2 tang, buldozerek û wesayitek bizirx ên Artêşa Tirk ji hêla DAIŞê ve hatin bidestxistin. Di vê navberê de balafirên şer ên artêşa tirk li heman deverê li 22 hedefên DAIŞê dan.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Sûriyê a Azad (ASA) ve hatine bidestxistin, şerê di navbera DAIŞê û Artêşa tirk û ASAyê de li Babê di 121emîn roja Operasyona Mertalê Firatê de berdewam dike.

    Di operasyonan de îro DAIŞê bi wesayitên bombekirî êrîşa xwekujî li ser Artêşa tirk û ASAyê pêk anî. Di saetên êvarê de wesayita bombebarkirî ya DAIŞê ji hêla leşkerên tirk ve hate ruxandin. Herwiha ji ber xefkên mayinê operasyon bi giranî berdewam dike.

    ​Di vê navberê de li rojavayê Babê, DAIŞê 2 tang, buldozer û wesayiteke bizirx bidest xist. Ev agahî di ajansa Amaqê a DAIŞê de jî cî girt.

    Li bakurê rojhilatê Babê jî DAIŞê bi fuzeyeke ajoker tangeke tirk rûxand. Di encama rûxandinê de tang bê bandor bû û leşkerî di nava tangê de birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Babê bi fuzeyên ajotî du tangên Tirkiyê rûxand
    Artêşa Tirkiyê li Babê operasyona asmanî pêk anî
    Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn
    Artêşa Tirkiyeyê: bi dehan navgînên bombebarkirî û xwekuj li Babê hatin tespîtkirin
    Balafirên Artêşa Tirk li Babê belavok li gel belav kir: Bi qayila Xweda serkeftin nêz e
    Etîketan:
    buldozer, fuze, tang, Operasyona Mertalê Firatê, Artêşa Sûriyê a Azad (ASA), Artêşa tirk, Amaq, DAIŞ, Bab, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de