01:44 26 Gulan 2018
AKP

Tê îdiakirin ku Şaredara AKPyî Fatma Şahin ji ber FETOyê vîze negirtiye

facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê CHPê Seyit Torun got AKPê destûr neda Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin.

Hat îdia kirin ku partiya AKPê ya Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin, ku demekê di AKPê de wezaretî jî kiribû, destûr neda ku ew derkeve derveyî welêt.

Cîgirê Serokê Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê CHPê Seyit Torun got, "AKP bi endişe ye ku şaredarên gumanbar ên FETOyê birevin."

Ev îdia ji aliyê nivîskara rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim ve hat kirin û Yildirimê di nivîsa xwe de wiha got:

"Li gorî agahiyên hinek malperên înternetê Şaredareke Bajarê Mezin a AKPê ji bo derveyî welêt destûra vîzeyê negirtiye. Şaredara navborî ew e an na, ez nizanim lê Torun dibêje, bifikirin ku destûr nedane Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin."

Bi heman mijarî:

Girtiyê FETO wekî cîgirê walî hat tayînkirin
Banga çekdarbûna AKP’yîyan kir, ji FETO’yê hat girtin
Keça Serokê Şaredarê AKPeyî ji FETO hat girtin
Etîketan:
îdiakirin, negirtiye, vîze, FETO, Cîgirê Serokê Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yê CHPê, Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê, Seyit Torun, Fatma Şahin, Dîlok
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de