07:41 21 Mijdar 2017
Zindî
    Li Surê 14 awahiyên dirokî tê restore kirin

    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Li navçeya Sûrê ya ku qedexe ji bo derketina derve lê hatibû îlankirin, avahiyên dirokî yên ku zirar dîtibûn dê bên restorekirin.

    Sertaç Kayar

    Li gorî agahiyên ji aliyê Walitiya Amedê ve hatine ragihandin piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşenderên YPSê de, hezar û 750 mal hatin xerakirin û tê hêvîkirin ku 500 malên di jî bên xerakirin.

    Her wiha Walitî ya Amedê ragihand ku li navçeya Sûrê 14 berhemên dirokî dê demek nêzîk de bêne restorekirin û xebatên amadekariya restorasyona van avahiyan berdewam dike.

    Walitiya Amedê da zanîn di encama van pevçûnan de Mizgefta Mezin, Mizgefta Fatih Paşa, Mizgefta Şêx Muttahhar, Mizgefta Parli Safa, Mizgefta Hasirli, Mizgefta Qadî, Mizgefta Nasuh Paşa, Mizgefta Ereb Şêx û Mînareya Çar Ling, Dêra Ermenî ya Katolîk û Dêra Protestan zirar dîtine.

    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin

    LI KOLANÊN SÛRÊ QEDEXE HÊ BERDEWAM İN

    Ji bo restorekirina avahiyên dîroki ev demeke ji aliyê Walitiyê ve xebat hatine destpêkirin û tê çaverêkirin ku piştî restorekirinê avahî ji nûve bên vekirin. Li hinek kolanên Sûrê qedexe hîna berdewam dike.

    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin

    Li Navçeya Sûrê bi mehan pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşenderan de berdewam kiribûn û gelek xanî û avahiyên dirokî di encama van pevçûnan de zirar dîtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Amed - Li banê avahiyeka leşkerî teqîn çêbû
    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Amed - Dîsa qedexeya derketinê hat ragihandin
    Karsazên Amedê bertek dan êrişên Amed û Qoserê
    Etîketan:
    restorasyona berhemên dîrokî, Walitiya Amedê, sûr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de