15:02 27 Gulan 2018
John Kirby

Amerîka: Dîyaloga me di mijarên girîng de bi Rûsyayê re didome

© AP Photo / Manuel Balce Ceneta
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby bal kişand ser pêwendiyên bi Rûsyayê re û got, di mijarên sereke yên girîng de dîyaloga me dewam dike.

Kirby li ser daxuyaniyên Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ku gotibû, hema bêjin di hemû astan de pêwendî hatine cemidandin axivî û got, ‘Bi teqezî dikarim bêjim li ser mijarên sereke ku ev gelekî girîng in dîyalog berdewam dike.'

'DÊ KERRY Û LAVROV ROJA SÊŞEMÊ BIPEYIVIN'

John Kirby daxuyakirin ku ew nizane bê çima Peskov wiha gotiye û ev bersiv da: ‘Em pêwendiya navbera Washington û Moskowê wisa nabînin.'

Kirby herwiha ragihand ku dê Wezîrên Karên Derve yên her du welatan John Kerry û Sergey Lavrov roja Sêşemê pêwendiyeke telefonê pêk bînin.

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê Amerîkî: Amerîkayê rêbertiya Rojhilata Navîn ji Rûsyayê re berda
TSK: Bi teqandina 3 wesayîtan 10 leşkeran can da, 18 birîndar bûn
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê kirdarên teqînên Koye derxin holê
Operasyona Reqqayê dewam dike: Gund û mezrayek hatin rizgarkirin
Pisporê Rûsî: Armanc Erdogan bû
Etîketan:
John kirby, Amerîka, Rûsya, Rûsya, Amerîka, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de