18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    operasyona Mûsilê

    Amerîkayê bersiva sedema navberdayîna operasyona Mûsilê da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Hêza Biryardariyê ya Operasyonên Hevpar a Operasyona Mûsilê sedema navberdana operasyonê eşkere kir û got, 'Ji bo hêzên Iraqî kêmasiyên xwe temam bikin' navber hatiye dayîn.

    Hêza Biryardariyê ya Operasyonên Hevpar (CJTF-OIR)ku di bin banê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) de kar dike li ser pirsa rojnamevanan sedema navberdayîna operasyona Mûsilê eşkere kir.

    Fermandariyê li ser navberdayîna operasyona Mûsilê got, 'Plan tê kirin ku hêzên Iraqî di operasyonên dahatuyê de xwe ji nû ve bi cî bikin û kêmasiyên xwe temam bikin.'

    Herwiha Fermandarê Hevpeymaniya Dijî DAIŞê yê Amerîkayê Stephen Townsend hefetay borî di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku operasyona Mûsilê di qonaxa hatiye plankirin de ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Amerîkî: Amerîkayê rêbertiya Rojhilata Navîn ji Rûsyayê re berda
    TSK: Bi teqandina 3 wesayîtan 10 leşkeran can da, 18 birîndar bûn
    Kosaçev: Dê parlamentarên Rûsyayê bi yên Tirkiyê re werin ba hev
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Cenazeyê Kaptanê Amedsporê hat definkirin
    Etîketan:
    Hêzên Iraqî, Iraq, Mûsil, Sedema navberdana operasyonê, Operasyona Mûsilê, Amerîka, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de